Li dijî tundî, şer û bêcezatiyê têkoşin
Seroka Navenda Mafên Jinên Zeliha Ozen Muduroglûyê bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jinên li dijî tundiyê û newekheviyê li ber xwe dane bi bîr anîn û diyar kir ku li ku derê bibe bila bibe em ê dê têkoşîna li dijî tundiyê bimeşînin.

Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê, têkildarî 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyanî da. Gelek parêzer tev li daxuyaniya li avahiya Baroya Rihayê hate dayîn, bûn. Seroka Navenda Mafên Jinên Zeliha Ozen Muduroglûyê bi bîr anînan jinên li dijî tundî û newekheviyê li berxwe dayîn dest bi axaftinê kir. Zelîha Ozen Mudurogluyê diyar kir ku ew hemû jinên li dijî tundiyê û newekheviyê li ber xwe dane bi bîr tînin.
‘Mafê jiyanê gerdûnî ye’
Zeliha Ozen Mudroglûyê got: “Mafê jiyanê yê jinan gerdûnî ye; bêyî hincetên wekî şer, mezhebp û ewlehiyê bi tu awayî nayê sînordarkirin. Wekî Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê, li ku derê cîhanê dibe bila bibe, em ê li dijî tundî, şer û bêcezatiyê bitêkoşin.”


