Li Awûstralyayê tora îstîsmara zarokan derket holê

Li Awûstralyayê bi boneya îstîsmara zarokan der barê kesê bi navê Ethan Burns-Dederar de ji 596 sûcan doz hate vekirin.

1 deqe xwendin
Li Awûstralyayê tora îstîsmara zarokan derket holê

Di demek îstîsmara li hemberî zarokan a milyarderê Amerîkî Jeffrey Epîsteîn de tê nîqaş kirin, li Awûstralyayê jî mînakek heman derkete holê. Li gorî nûçeya BBCyê di belgeyên Epîsteîn ên nû hatine weşandin mînakek din a heman li Awûstralyayê derket holê. Di belgeyan de hate dîtin ku bi boneya îstîsmarkirina keçikên biçûk, derbarê kesek bi navê Ethan Burns-Dederar de ji 596 sûcan doz hatiye vekirin.

 

Li gorî polîsên Eyaleta Queenslandê li Maryborough kesê 27 salî yê bi navê Ethan Burns-Dederer bi boneya îstîsmara li dijî zarokên keç bi 596 sûcdariyan re rû bi rû ye. Li gorî daneyên polîsan di nav 23 hezar bûyerên îstîsmarê yên li dijî zarokên keç de têkiliya Bûrns-Dederer bi 459 bûyeran heye. Polîsên eyaletê diyar kir ku Burns-Dederer tevahiya van zorakan hedef girtiye, wêne û vîdeoyên wan qeyd kirine û li gel xwe veşartine.

Naverokên îstîsmara zarokan çêkirine

Li gorî qeydan Burns-Dederer, ji ber ku li ser îstîsmara zarokan 244 naverok hilberîne, li hemberî 163 zaroên jêrî temenê 16an ketiye nav hewildanên derveyî exlaq û her wiha bi 87 zarokan re jî li ser înternetê îstîsmara zayendî pêk aniye, tê sûcdarkirin. Polîs bawer dike ku Burns-Dederer medyaya sanal û platformên lîstikan ji bo hedefgirtina zarokan bikar aniye.

Zarokên di navbera 5-15 salan de hedef girtine

Polîsê Eyaleta Queenslandê Denzîl Clark diyar dike ku Burns-Dederer zarokên di navbera 5 û 15 saliyê de hedef girtine û heta niha 360 mexdûr tespît kirine. Clark dibêje ku pêvajoya tespîta mexdûran didome û heta niha ji 15 welatan zarok tespît kirine. Hate ragihandin ku ev sûc di navbera salên 2018-2025an pêk hatine. Tê payîn Burns-Dederer di rojên pêş de bi boneya van sûcan derkeve pêşiya dadgehê.