Li Amedê banga 1ê Gulanê: Em bi kedê ber bi azadiyê ve dimeşin
Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê ji bo mîtînga 1ê Gulanê bang li gel kir ku bi dirûşma “Ji bo civakeke demokratîk, em bi kedê ber bi azadiyê ve dimeşin” li Qada Îstasyonê kom bibin.

Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê li ber avahiya Rêxistina Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê ji bo mîtînga 1ê Gulanê ya Cejna Karker û Kedkaran bi dirûşmeya “Ji bo civakeke demokratîk, em bi kedê ber bi azadiyê ve dimeşin” daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Parlamenterên DEM Partiyê Adalet Kaya û Mehmet Kamaç, Hevserokên DBPê yên Amedê Rûçem Vefa Elyakut û Ahmet Dogan û Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê Gulşen Ozer û Abbas Şahîn û nûnerên saziyên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.
Şahîn: Divê em xwedî li banga Rêber Apo derkevin
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn di daxuyaniyê de bal kişand ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk û wiha axivî: “Piştî pêvajoyek ku şer tê de gelek dijwar derbas bû, axaftina li ser aştiyê gelek girîng e û peywira me hemûyan ew e ku em vê aştiyê pêk bînin. Piştî daxuyaniya Rêzdar Ocalan a di 27ê Sibatê de, li welat gelek tişt dest pê kirin ku biguherin. Lê hikûmet di derxistina qanûnan de pir hêdî tevdigere. Ji ber vê yekê jî fikarên civakê çêdibin. Civak li bendê ye ku gav demildest bên avêtin. Ji bo ku ev pêvajo careke din venegere şer, divê em hemû xwedî li banga ku Rêber Apo daye destpêkirin derkevin. Em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Pêdiviyên vê pêvajoya dîrokî jî hene.”
Abbas Şahîn ji bo mitînga 1ê Gulanê banga tevlibûnê kir û wiha domand: “Em ê 1ê Gulanê saet di 12.00an de li Qada Îstasyonê bin. Em dixwazin mafê hêviyê veguhere hêviya azadiyê ya civakê. Dema em qadan tije bikin, dê pêdiviya aştiyê ya vê civakê baştir were dîtin.”
Elyakût: Em ê dengê xwe bigihînin hemû cîhanê
Hevseroka DBPê ya Amedê Rûçem Vefa Elyakût jî diyar kir ku ew ji bo jiyaneke demokratîk û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li gelê Amedê dikin û got: “Werin em bi hev re li Qada Îstasyonê dengê xwe bigihînin hemû cîhanê. Ji bo jiyaneke demokratîk, aştiyeke mayînde û azadiyê, em bêtir rêxistinkirî bin.”
Barût: Em bi civakîbûnê di aştiyê de israr bikin
Hevserokê Şaxa DÎSK Genel-Îş a Hejmara 2yan a Amedê Behçet Barût jî destnîşan kir ku 1ê Gulanê ne tenê cejna karkeran e, cejna hemû gelan e û wiha bang kir: “Em ê ne tenê ji bo mafên karkeran em ê ji bo avakirina civaka demokratîk jî li qadan bin. Divê em bi civakîbûnê di aştiyê de israr bikin. Em hemû bindestan, jinan, karker û kedkaran vedixwînin Qada Îstasyonê daku ziman û çanda xwe biparêzin û di aştiyê de israr bikin.”
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.


