Kurdistan Herbaryûma rîvekan e

Kurdistan di aliyê nebat û rîvekan de erdnîgariyeke pir dewlemend e. Kurdistan ji ber zêdebûna çiyayên xwe Hervaryumeke xwezayî ye. Bi hezaran sal berê gerok û hekîmên ewropayê ji bo gelek nexweşiyan hatine rîvek ji axa Kurdistanê kom kirine û di labaratuvarên xwe de ji bo derman bikar anîne. Li Kurdistanê heta niha 7 hezar cureyên rîvekan hatine qeydkirin. Ku lêgerîneke fireh bê kirin, tê gotin ku zêdetirî 10 hezar cure rîvek li Kurdistanê hene.

1 deqe xwendin
Kurdistan Herbaryûma rîvekan e

Gerok û botanîkvan dixwazin li Kurdistanê li ser cure û mînakên rîvekan lêkolîn bikin, lê ji ber qedexe û astengiyên leşkeran nikarin bi ewle û aramî lêkolînê bikin. Gerok û botanîkvan destnîşan dikin ku Fermandarê Giştî yê Artêşa Tirk destûrê dide, lê fermandarê qereqolê destûr nade wan. 

Lêkolînvan, Gerok û Botanîkvan Mehmet Firat ku li Zaningeha Yuzuncu Yilê hîndekar e, ji bo muzeya nebat û rîvekên Kurdistanê amadekariyê dike. 29 sal in li hemû bajarên Kurdistanê çiya bi çiya, newal bi newal digere û cureyên rîvekên Kurdistanê kom dike. Heta niha 47 hezar mînak kom kirine û ji nava vana 5 hezar cureyên rîvekan tespît kiriye. Mehmet Firat dixwaze aştiyek mayinde pêk bê da ku karibe serbest li hemû axa Kurdistanê li ser cureyên rîvekan lêkolînê bike û muzeyê ava bike. Armanc  û hedefa wî ewe ku Herbaryûma Rîvekên Kurdistanê li Wanê ava bike. 

29 sal in li çar parçeyên Kurdistanê li rîvekan digere 

Hîndekarê Zanîngeha Yuzuncu Yilê, Botanîkvan Mehmet Firat der barê xebatên xwe yên li ser rîvekên li Kurdistanê agahiyên girîng dan. Mehmet Firat ji zarokantiya xwe heta niha li ser rîvekên li bajarê Kurdistanê lêkolîn dike. 29 sal in li çar parçeyên Kurdistanê li deşt, newal û çiyayan digere û wêneyên rîvekên li Kurdistanê dikişîne û li ser cureyên rîvekan lêkolîn dike. Salê 180 rojan li serê çiyayan bi lêgerîn û lêkolîna rîvekan derbas dike. Di wextê din diçe li Ewropa lêklîn dike û salê 3-4 mehan li mala xwe dimîne.

Amadekariya hervaryuma Rîvekên Kurdistanê dike 

Heta niha beriya 200 sal heta 500 salî zanyar û lêkolîner ji Ewropa dihatin Kurdistanê û cureyên rîvekan dibirin di muzeyên xwe de kom dikirin. Li hemberî vê yekê Mehmet Firat bi salan e amadekariya herbaryûma (muze) ya rîvekên Kurdistanê dike. Mehmet Firat destnîşan dike ku Kurdistan ji ber herêmeke çiyayî ye, di aliyê cûreyên rîvekan de gelek dewlemend e û wiha dibêje; “Gerokên ji Îswec, Avûsturya, Îngîltere û Almanya dihatin li Kurdistanê li ser cûreyên rîvekan lêkolîn dikirin û ji bo tenduristiyê bikar dianîn.” 

Li ser nasnameya rîvekan Kurdistan nivîsî ye  

Mehmet Firat hem li çiya û deştên li Kurdistanê lêkolîn dike, hem jî li hervaryûnên rîvekan ên li Ewropa lêkolîn dike. Destnîşan dike ku lêkolîneran dema li Kurdistanê cureyên Rîvekan kom kirine, li ser etîketên wan erdnîgariya wan jî nivîsîyandine û van mînakan dide; “Li ser rîvekên Kurdistanê etîketa Kurdistan Mûş, Kurdistan Semsûr, Kurdistan Mêrdîn… dinivîsin. Nabêjin Osmanî û Tirkiye. Navê erdnîgariyê dinivîsin. Di nava etîketên dîrokî yên li Ewropa de navên bajaran ên piştre hatine guhertin tune ne. Navê bajaran ên resen hene.” 

Mala xwe kiriye mîna labarotuvarê 

Mehmet Firat her sal diçe li çiya û newalên bajarên cuda li mînakên cureyên rîvek û nebatan digere. Dema cureyên nû dibîne wêne û dîmen dikişîne. Li ser wan lêkolîn dike. Mehmet Firat destnîşan dike ku dema berê gerok ji Ewropa dihatin wêneyê wan bi pênûsê li ser kaxizê xêz dikir û hemû taybetiyên wan bi pênûsê li lênûsan dinivîsad û van agahiyan dide; “Lê niha teknolojî pêş ketiye. Dema zindî bin em wêneyên wan dikişînin û li ser wê lêkolîn dikin. Em wêneyên xwe û yên welatên din didin ber hev. Kijan rîvek aydî kijan bajarî ye û taybetmendiya cûreyê wan çiye em lêkolîn dikin. Mala min mîna labaratuvarê ye. Ez rîvekan kom dikin, li mal hişk dikim û li ser cewherê wê lêkolîn dikim. Min mala xwe kiriye mîna labaratuvarê. Ez vî karî dildarî dikim.”  

Rîvekan di hafizeya dîrokê de qeyd dike 

Mehmet Firat destnîşan dike ku di cîhanê de yek ji lêkolînerê herî zêde cureyên rîvekan kom kiriye Botanîkvan û lêkolîner ew bi xwe ye û bi gotina “Ez vî karî bi hezkirin û dildarî dikim” eşqa komkuruna cureyên rîvekan tîne ziman. Mehmet Firat mînakê dide û dibêj “Dema em diçin li Çiyayê Bagokê yê Mêrdînê nimûne kom dikin, dîrok, cih û navê rîvekê dinivîsin û vê yekê derbasî qeydan dikim. Em li bin navê rîvekê nokteya erdnîgariya wê jî dinivîsin. Li kijan bilindahiyê, li kijan enlem û boylamê ye em tevî qeyd tomar dikin. Armanca vê yekê hezar sal derbas bibe jî kesên hesar sal şûnde lêkolîn bikin dê zanibin li ser vê erdnîgariyê ev rîvek heye.”  

47 hezar mînak rîvekan kom kirine

Di nava lêkolînerên cîhanê de herî zêde Mehmet Firat nimûne rîvekan kom kiriye û xwe wekî kesê herî zêde nimûneyên cureyan kom kirine dide nasîn. Bi bîr dixe ku hinek cure deh nimûneyên wê hene.

Li Kurdistanê 5 hezar cure bi dest xistin

Botanîkvan Mehmet Firat, hem li  Kurdistanê û hem jî li çiyayê welatên din lêkolîn dike. Tenê li Kurdistanê heta niha 5 hezar cureyên rîvekan kom kirine. Li ser komkirina cureyên rîvekan wiha dibêje: “Min di van lêkolînên xwe yên Kurdistanê de 47 hezar nimûne kom kir. Ji van 47 hezar mînakan min 5 hezar cure bi bi dest xist. Bi deh hezaran cure hene. Tenê emrê mirovekî têr nake ku hemû cureyan kom bike û tomar bike. Ji ber vê yekê xebateke kolektif lazim e.”  

Fermandarê artêşê destûr dide, lê fermadarê qereqolê nade 

Mehmet Firat li ser astengiyên li pêş lêkolîn û berhevkirina cureyên rîvekan jî radiweste û van agahiyan parve dike: “150 sal in li Kurdistanê şer heye. Di dawiya Osmaniyan heta îro li Kurdistanê şer heye. Dema li cihekî şer hebe, lêkolîn zahmet e. Mirovên lêkolîner nikarin lêkolîn bikin. Mînak dixwazin li çiyayê Çarçela lêkolîn bikin. Lê ji ber li her derê qereqol û kalekol hatine avakirin û herêm qedexe ne em nikarin lêkolîn bikin. Em li ser navê zanîngehê destûr ji Serfermandariyê dixwazin. Serfermandarî destûr dide, lê fermandarê qereqolê destûrê nade. Yanî ew cureyê rîvekê 10 metre dûrî me ye. Em destê xwe dirêj bikin dê bigêjê, lê fermandarê qereqê destûr nade em biçin wêne bikişînin û lêkolîn bikin. Ez dibêjim komutan min destûr ji Genelkurmay girtiye. Dibêje ‘Na min eleqeder nake’. Ka emê çawa lêkolîn bikin.” 

59 cure rîvekên Kurdistanê bi cîhanê dane nasîn 

Mehmet Firat niha li ser rîvekên herêma Barzan pirtûkek amade kiriye û dê di demeke nêzîk de çap bike. Mehmet Firat li ser cûreyên ku tenê wî tespît kirine jî dibêje: “Min heta niha 59 cure bi cîhanê dane nasîn. Li ser van 59 cure rîvekên Kurdistanê gotar nivîsandine. Mînak min di navbera Qoser û Nisêbînê de cureyekî kereng peyda kiriye. Ji sala 1500î û virde gotine Gundelia Turnefortî tenê cureyek heye. Ev cure jî ji Helebê girtine. Jêre gotine Halepo Kurdistan. Ji ber ku berê Heleb jî parçeyekî Kurdistanê bû. Min li ser kereng lêkolîn kir. Berî ez lêkolîn bikim tenê yek cure hebû. Lê piştî min lêkolîn kir min dît ku 21 cure heye. Min li Mêrdînê, Nemrûdê, Sêrtê, Colemêrg û gelek bajarên din cureyê wê peyda kir.”  

Ji ber navê ÇIYA gotara wî red kirin

Dîsa di navbera Şax û Mîksê de li Çiyayê Kurê Şahab, bi hevalên xwe yên Rûs Dîmîtly û Lîskov re çureyek peyda kir. Navê Seselî Kurdistanîkûm danî. Ev cure li Norveçê di kovarekê de hat çapkirin û hemû cîhanê ew qebûl kir.  Di sala 2014an de li Çiyayê Cûdî cureyek peyda kir. Bi rêya hevalê xwe yê rûsî Aleksendir Senikov cure şand Kovara Photo tansa. Lê kovarê ev red kir. Gotin navê Çiyayê Cutîtanse. Ji ber navê “Çiya” ew red kirin. 

Mehmet Firat diyar dike ku li Ewropa 12 hezar û 500 rîvek hene û van agahiyan lê zêde dike: “Tenê li Kurdistanê 7 hezar cure rîvek heye. Lê ku em bi sedan kes li ser rîvekên Kurdistanê lêkolîn bikin, ez bawer dikim ku dê hejmar derkeve 10 hezar cureyên rîvekan.”  

Bazirganî cureyên rîvekan tune dike 

Mehmet Firat ji bo parastina rîvekan dixwaze mirov ji nava xwezayê dûr bikeve û dibêje: “Divê tûrên nava xwezayê rawestîne, şewata xwezayê raweste. Birîna daran bi dawî bibe. Talankirina daristanê bi awî bibe. Ya herî girîng jî divê bazirganiya rîvekan bê qedexekirin. Di xwezayê de çi berhemên ku dibe malê bazirganiyê ew tune dibe.”