Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş civiya
Li paytexta Belçîka Brukselê 32yemîn civîna Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hat lidarxistin. Di civînê de li ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya kurdan nîqaş hatin kirin.

Bi beşdariya nûnerên gelek partî û saziyên kurdistanî li navenda KNKê ya li bajarê Brukselê 32yemîn civîna komîteya dîplomasiyê hat lidarxistin. Civîn ji bo cangoriyên Kurdistanê bi yek deqe rêzgirtinê destpê kir. Der barê armanca civînê de endama Konseya Rêveber a KNKê Nîlûfer Koç axaftina vekirinê kir û got, piştî şerê li Rojava, herwiha êrişên li ser Îranê, bi armanca hatina gel hev a partî û rêxistinên kurdan, divê yekitiyeke neteweyî were avakirin.
Bi vê armancê li gelek dever û welatan civîn hatin lidarxistin. Pêşniyarnivîs hatiye amadekirin wê were xwendin. Civîn bi amadebûna nûnerên ji her çar hêlên Kurdistan û Ewropa saet di 11:00an de destpê kir. Piştî hilbijartina komîsyonê, di civînê de ji nûnerên her beşek Kurdistanê nîqaş hatin kirin.
Endamê Komîteya Rêveber a KCKê Zubeyir Aydar jî axivî û got: “Ev pêvajoya ku ji aliyê Rêber Apo ve hat destpêkirin, gihaye asteke girîng û lazime ev bibe qanûnî. Bi vê pêvajoyê re her çendî weke tê xwestin nebe jî, gelek guhertin çêbûne. Gelek qadên kar û xebatên birêxistinkirina gel vebûne. Armanca me em rêyeke zelal bidin pêşiya xwe, gav bi gav bi nasnameyeke azad bimeşînin. Em weke kurd li gora her rewşê jî xwe amade dikin. Armanca me avakirina aştiyê ye. Li vir rojev û erka me ew e ku em kurdan bînin ba hev û saziyeke kurdistanî ku her çar hêlên Kurdistan eleqedar dike, ava bikin. Derfet û xeterî pir mezin in. Îran pir lawaz bûye, lazime em xwe baş amade bikin. Ev tev bi armanca parastina kurdan e.”
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmed Karamûs ev tişt got, “Demildest pêwîstî bi avakirina sîwaneke neteweyî ya kurdan heye. Ji ber ku tu hêzeke ji derve nikare ji bo kurdan bibe çareserî. Newroza îsal li Bakur peyameke pir mezin da kurdan. Siyaseta Tirkiyeyê li ser bingeha dijminatiyê ye, ew siyaseta dewletê ye, her tim negatîf axaftinan dikin, rewşeke ku her kêlî dikare were guhertin heye. Ew avabûna xurtkirina hevpeymaniya kurdan li Rojhilat pir girîng e. Ev hevgirtin ji bo her çar beşên Kurdistanê derbazdar e û lazime were berfirehkirin. Dema êrîş hate ser Rojava, me dît ku bi rastî jî gelê kurd yek e. Yekîtiya gel heye û lazime ev bibe sazîbûneke fermî.”
Di nava Komîteya Dîplomasî ya KNKê de ku bi giştî 32 partî û rêxistinên ji her çar hêlên Kurdistanê hene, îro nûnerên 23 sazî û partiyan amade bûn. Di piraniya axaftinan de hat gotin “Konferanseke neteweyî girîng e, ji ber ku ji serdema şerê cîhanê ya yekem heya bi vê serdemê jî ev gav ji bo kurdan xwedî girîngiyeke pir mezin e. Îro kurd li her dera cîhanê têne naskirin, lê tu statuya xwe nîn e.”
Ji nûnerên partî û layenên kurdan a ji her çar hêlên Kurdistanê axaftin hatin kirin. Di wan axaftinan de xalên sereke yên derketine pêş wiha ne: “Xebat û têkoşîna gelê kurd a li rojhilatê welat girêdayî şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îran de nîn e. Gelê kurd bi dehan sale xebat û têkoşîna xwe dide meşandin, ev komara heyî bimîne yan nemîne, wê xebat û têkoşîna gelê kurd her berdewam bike heta bigihîje mafên xwe yên çareseriyê. Parastina Başûr ji bo Rojhilat pir girîng e. Perestgeheke baş bû ji bo tevayî beşên kurdan. Ev hevpeymaniya kurdan ji bo Rojhilat pir girîng e û di nava gel de cihê keyfxweşî û serbilindiyê ye. Di vê serdemê de lazime xalên hevbeş derkevin pêş.”
Piştî nirxandina rewşa siyasî nîvîseke ku li ser navê endamên rêveberiya KNKê hatibû amadekirin, bi zaraveyên kurmancî û soranî hat xwendin. Civîna ku seet 11:00an destpê kir, nêzî du seetan dom kir.


