KCDPê rapora meha sibatê eşkere kir
KCDPê rapora xwe ya meha sibatê parve kir û ragihand ku 23 jin hatine kuştin û 29 jinan jî di bin şertên gûmanbar de jiyana xwe ji dest dane.

Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya meha sibatê bi raya giştî re parve kir. Di raporê de tê gotin ku 23 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û 29 jinan jî di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dane.
Rapor destnîşan dike ku drf, 61ê jinên ku hatine kuştin li malên xwe hatine kuştin û ji drfî 65 jî bi çekên agirîn hatine kuştin. Di raporê de tê destnîşankirin ku 29 jinên ku di heman mehê de di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de tê eşkerkirin ku kuştina van jinên bi gûman yan wekî ‘qeza’ yan jî wekî întîhar derbasî qeydan bûye.


