Karkerên madenê 6 rojin di grevê de ne

Karkerên madenê ji ber ku dirav û tazmînatên wernegirtine, dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Çalakiya karkeran di roja 6an de ye.

1 deqe xwendin
Karkerên madenê 6 rojin di grevê de ne

Çalakiya greva birçîbûnê ya karkerên Doruk Madencilik, di roja 6an de li Parka Kurtuluş a li navçeya Çankaya ya Enqereyê dewam dike. Karkerên ku ji ber dirav û tazmînatên xwe wernegirtine dest bi çalakiyê kirine, diyar kirin ku heya daxwazên wan tên qebûlkirin ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Di heman demê de sendîka, nûnerên partiyên siyasî, gelek kedkar û rêxistinên karkeran jî ji bo piştgiriya çalakiyê hatin qada grevê û bang kirin ku demildest daxwazên karkeran bên bicihanîn.

Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş jî biryar dabû ku tevli greva birçîbûnê bibe. Erkan Baş ji duh ve bi karkeran re di grevê de ye.