Jinên kurd bi 6 zimanan konferansa ‘Aştî bêyî me nabe’ li dar dixin
Jinên kurd di 4ê Nîsanê de li Zûrîhê bi tevlêbûna nêzî 140 jinên xwedî nasnameyên cuda, dê konferansa “Aştî beyî me nabe” li dar bixin.

Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S) û Tevgera Jinên Azad (TJA) dê di 4ê Nîsanê de li bajarê Zurich ê Swîsreyê bi dirûşma "Aştî bêyî me nabe" Konferanseke Aştiyê ya Jinan a Navneteweyî pêk bîne. Di konferansê de wê li ser rola jinan a di pêvajoyên aştiyê de, tecrûbeyên danûstandinan, temsîliyeta wekhev, azadiya rêxistinbûn û zemîna civakîbûna aştiyê nirxandinan bikin. Hatiye plankirin ku ji çar parçeyên Kurdistanê û gelek welatan nêzî 140 delege beşdarî konferansê bibin.
Di aştiyê de rola jinan
Endama Komîteya Amadekar a Konferansê Sîdar Aydin têkildarî armanc, girîngî û amadekariyên konferansê nirxandin kir. Sîdar Aydin destnîşan kir ku wekî YJK-S û TJA yê nêzî 6 meh in amadekariya vê konferansê dikin û wiha got: “Em hatin dawiya amadekariya xebatên konferansê. Em ê di 4ê Nîsanê de li Bajarê Zurîhê bi dirûşma “Beyî me aştî nabe” vê konferansê pêk bînin. Konferansa me konferanseke navneteweyî ye. Li ser babeta “Di pêvajoya aştiyê de rola jinan” ev konferans tê lidarxistin.”
Jinên kurd berdêlên giran dan
Sîdar Aydin, li ser pêdiviya vê konferansê û sedam vê demê jî rawestiya û ev agahî dan: “Wekî tevgera jinên kurd çima me pêdivî dît. Di vê pêvajoya aştiyê de jin ji pêvajoyê têne dûrxistin. Rola jinan û keda jinan nayê dîtin. Lê em tev dizanin ku bêyî jinan aştiyek mayînde jî ne pêkan e. Şer, nakokî û otorîterî li çar aliyê cîhanê roj bi roj zêde dibe. Bi taybetî di vê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratik a ku Rêber Apo daye destpêkirin de, me bêtir hewcedarî bi misyona jinan û tevgerên navneteweyî dît. Ji bo di vê pêvajoyê de bêtir pêdivî bi rola jinan heye em wekî tevgera jinên kurd vê konferansê pêk tînin. Di sedsala dawî de li Rojhilata Navîn şerekî pir dijwar tê meşandin. Navenda vî şerî Kurdistan e. Di vê sedsalê de hem jinên kurd û hem jî gelê kurd rojek bê şer derbas nekir. Di vê sedsalê de jin û zarokên kurdan bedelên pir giran û bi êş dan. Li ruxmê şerê dijwar jinên kurd ji bo azadî û aştiyê têkoşînek mezin dan. Tevî vî şerê qirkirinê jî, dayikên aştiyê her tim li ber xwe dan. Ji bo şer bi dawî bibe û azadiya gelê kurd her tim di aştiyê de israr kirin.”
Dê tecrûbe û fikrên xwe parve bikin
Sîdar Aydin, destnîşan kir ku ji pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de dest pê kiriye heta îro, jinên kurd her tim ji bo aştiyê rola xwe lîst û di nava têkoşînê de cihê xwe girt û wiha lê zêde kir: “Cîh girtina jinan a di pêvajoya aştiyê de girîng e. Ji ber vê yekê em vê konferansê pêk tînin. Di konferansê de jinên ku di pêvajoya aştiyê de cih girtine dê amade bibin. Van jinan di vê pêvajoyê de roleke çawa lîstin. Tecrûbeyên wan çine? Wekî jinên kurd em çi jiyan, fikr û ramanên me yen ji bo aştiyê û civakeke demokratîk çiye? Em ê van mijaran bi hevre hiqaş bikin û bi hevre parve bikin.”
Sîdar Aydin, li ser bernameya konferansê jî rawestiya û ev agahî parve kir: “Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan û Victoria Sandino axaftinan bikin. Vîctoria Sandino dê wekî muzakerevana aştiyê, senatora berê, aktîvîsta femînîst a Kolombiya nirxandinekê bike. Kizkitza Gil de San Vicente jî dê wekî girtiya siyasî ya berê ji Welatê Baskê nirxandina bike. Anîta E. Echeverria wekî çalakvana Piştgiriyê ya Balyozxaneya berê ya El Salvador dê axaftinê bike. Di konferansê de dê 3 komxbat bên lidarxistin. Di van sê komxebatan de dê mijarên cuda bên niqaşkirin. Di komxebata yekemîn de dê aktîvîstên jinên kurd Şukran Sîncar û Ayşe Acar Başaran pêşkêşiyê bikin. Dê li ser mijara “Tevgerên Jinan piştî pêvajoya aştiyê: Perspektif, stratejî, derfet, dijwarî û pêşîniyên stratejîk” niqaşan bikin.
Di komxebata duyemîn de dê Haskar Kirmizigul û Aryen Taşarsû pêşkêşvaniyê bike. Dê li ser mijara “Ji Pêvajoya Aştiyê ber bi civaka demokratîk: Rola damezirîner a jinan!” niqaşan bikin.
Di komxebata sêyemîn de jî dê Nora Marîno û Selîn Yadsan pêşkêşvaniyê bike. Di vê komxebatê de dê mijara “Hevgirtina femînîst a navneteweyî û xebata aştiyê, stratejî û perspektîfên hevpar” bêne hiqaşkirin.
Dê bi 6 zimanan konferansê pêk bînin
Sîdar Aydin bilêv kir ku konferans dê bi 6 zimanan bê lidarxistin û got: “Dê konferans bi 6 zimanan bê lidarxistin. Dê di konferansê de wergera 6 zimanan bê kirin. Dê nêzî 140 delege beşdarî konferansê bibin. Dîsa dê Dayikên Aştiyê di konferansê de cihê xwe bigirin. Dê ji welatê Baskrê, Welatê Almanya, çar parçeyên Kurdistanê û gelek jinên xwedî nasnameyên cuda ji gelek navendan bên beşdarî vê konferansê bibin. Ji partiyên siyasî dê gelek parêzerên jin jî beşdarî konferansê bibin. Di vê konferansê de dê gelek mijarên ji bo aştiyê bêne niqaşkirin. Di dawiya konferansê de fikr û ramanên hevpar ku derketin pêş û encamê komxebatê dê bêne pêşkêşkirin.”


