Bi qehweya kizwanan debara xwe dike
Li barjarokê Gundikê Melê yê Şirnexê jina bi navê Hatîce Înal 9 sal in qehweya kizwanan hildiberîne û difroşe. Hatîce Înal bi hewldana xwe ji jinên derdorê re jî dibe mînak.

Neslîhan Kardaş
Qehweya kizwanan an qehweya kurdî di çanda bajarên kurdî yên weke Semsûr, Dîlok, Şirnex, Amed, Êlih û Mêrdînê de xwediyê cihekî girîng e. Ev qehwe li van bajaran li gelek cîhan peyda dibe. Ev qehwe ji fêkiyên darên kizwanan tê çêkirin. Ew fêkî hûrik û girover in. Gava ku digihîjin rengê wan kesk dibe. Ew ji darên li çiyayên Kurdistanê tên komkirin û hişkkirin. Kizwan weke dendikên qehweya Yemenê tên qelandin û hêrandin. Piştî qelandinê bi awayekî balkêş bêhna wan dişibe dendikên qehweya Yemenê. Qehweya kurdî zêdetir bi şîr tê çêkirin, lê yên bi avê jî çêdikin hene. Ev qehwe bêkafeîn e. Demeke diyar a vexwarina vê qehweyê nîn e. Dema mêvan tên berî yan jî piştî xwarinê tê îkramkirin. Her wiha hêjayî gotinê ye ku kizwan ji aliyê kurdan ve weke çerezan tên xwarin û sabûna wan jî tê çêkirin.
Li bajarokê Gundikê Melê yê Şirnexê gelek welatî debara xwe bi kizwanên ji çiyayê Cudî dikin. Wek ji wan kesan jî Hatîce Înal a 42 salî ye. Hatîce Înal ji zarokatiya xwe ve hînê komkirina kizwanan û çêkirina qehweyê bûye.
Hatîce Înal, 9 sal in bi hilberîna qehweya kizwanan debara xwe dike. Ji bo hilberînê jî li mala xwe cihê kar ava kiriye. Niha bi zarokên xwe re dixebite. Qehweya kizwanan tenê naşîne bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, dişîne Ewropayê jî.
Em bi Hatîce Înal re derbarê xebata wê ku bi zarokên xwe re dike, axivîn.
Hilberîna qehweyê ku ji nifşên berê maye bi hewldanên Hatîce Înal gihîştiye asteke din. Hatîce Înal a ku bazarek ji qehweya kizwanan re vekiriye derbarê mijarê wiha got: “Berê qehweya kizwanan ji bo mêvanan dihat çêkirin. Çandeke çêkirinê û îkramkirinê hebû jixwe. Lê ji bo hilberandina vê qehweyê kargeh tunebûn û ev qehwe li cihek nedihat firotin. 9 sal in min dest bi hilbêrîna qehweyê kiriye û difiroşim."
‘Em dişînin derveyî welat jî'
Hatîce Înal, wiha behsa hilberîna qehweyê kir: "Kizwan salê carekê şîn dibin. Carinan berhem zêde ye, carinan kêm e. Em pêşî kom dikin û tînin malê û dişon. Yên zirar dîtine vediqetînin. Datînin ser banî û hişk dikin. Dûre dixin nav kîsikan û paşê li ser agir diqewirînin. Tehma wê hîn bêhtir xweş dibe. Piştre em dihêrin û dikin şûşeyan. Jixwe çêkirina qehweyê ast bi ast e. Destpêkê me bi pakêtên biçûk dibir li navçeyên Şirnexê difirot. Êdî qehweya me li navçeyên Şirnexê dihat nasîn. Piştre me ji bajarên derdorê re şand. Her roj daxwazên qehweya kizwanan zedê dibûn. Êdî me bi kargoyê dişand bajarên derdorê û bajarên Tirkiyeyê. Niha sîparîş ji derveyî welat jî tên.”
‘Divê jin li ser piyên xwe bisekinin’
Hatîce Înal, bi hewldana xwe ji derdorê re jî bû mînak. Hatîce Înal nîşan da ku ligel her cure zehmetiyan jin dikarin aboriyeke serbixwe bi dest bixin û qadeke berfireh vekin. Hatîce Înal di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Jin dikarin li ser piyên xwe bisekinin, dikarin qadên debarê ava bikin. Min bi zarokên xwe re dest bi vî karî kir. Divê jin di her mijarî de bikaribin piştgiriyê bidin hev.”


