Jinan li Îzmir û Aydinê bi meşên girseyî 8ê Adarê pîroz kirin
Platforma Jinan a Îzmîrê (IKP) û Platforma Piştevaniya Jinan a Aydinê bi meşên girseyî 8ê Adarê pîroz kirin.

Platformên Jinan ên Îzmîr û Aydinê bi meşên girseyî 8ê Adarê pîroz kirin û xwestin kujerên jinan bên darizandin û şer bi dawî bibe.
Îzmîr
Platforma Jinan a Îzmîrê (IKP), ji bo 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê meşeke girseyî li dar xistin û daxuyanî dan çapemeniyê. Jinên ku li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan kom bûn heta Pirtûkxaneya Penguenê meşiyan. Jinan di meşê de pankarta “Li dijî şer, xizanî û tundiyê em têbikoşin” hilgirtin û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî 8ê Adarê, bijî têkoşîna me”, “Neparêze, darizanîne” û “Kuştina jinan polîtîk e” berzkirin. Gelek rêxistinên jinan beşdarî meşê bûn. Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) jî li Meydana Gundogduyê li hev civiyan û tevlî meşê bûn. Di meşê de Cîgira Seroka Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û parlamentera Îzmîrê Burcugul Çubuk jî cih girtin. Zerrîn Korkmaz û Ilgin Çerîbaş û Emîne Bozdag daxuyanî xwendin. Emîne Bozdag bi kurdî daxuyanî xwend û got: “Di bin navê ‘Teşwîqa zayînê’de, xebata bêewle û bi mûçeyên kêm li ser jinan tê ferzkirin. Di du mehên pêşîn ên sala 2026an de herî kêm 45 jin hatin kuştin û 43 jin jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan. Em ê li pey rastiya mirinên gumanbar bin. Heya kujer neyên darizandin û kuştina jinan bi dawî nebe, em ê bêdeng nebin.
Çalakî piştî stranên koma muzîkê ya Harmonî bi coş û dirûşman bi dawî bû.
Aydin
Platforma Piştevaniya Jinan a Aydinê, bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, meşiyan. Jin ji Taş Kopruyê heta Meydana Bajêr meşiyan. Jinan pankarta “Em têkoşîna aştî û azadiyê bilind dikin” bilindkirin û dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî têkoşîna jinan” berzkirin. Gelek jin beşdarî meşê bûn. Tugçe Gunduz daxuyanî da û daxwazên jinan anî ziman.
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.


