Jinan li gelek navendan 8ê Adarê pîroz kirin
Sazî û rêxistinên jinan li Qamişlo, Enqere, Bêdlis û gelek navendên din 8ê Adarê pîroz kirin.

Kongra Star, TJA û saziyên civakî bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê gelek bernameyên cuda li dar xistin û 8ê Adarê pîroz kirin.
Enqere
Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li avahiya xwe ya navçeya Çankaya ya Enqereyê ji bo jinan bernameyek li dar xist. Di bernameyê de nivîskar Nesrîn Orun li ser pirtûk û wêjeyê axivî û helbestvan Cevahîr Bedel jî helbest xwendin. Piştrê jî Koma Anatoliya Jin derket ser dikê û stranên xwe pêşkeşî beşdervanên jin kirin. Gelek jin tevlî bernameyê bûn. Jinan di bernameyê de bi yek dengî dirûşmeya, “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.Jinan di bernameyê de gotûbêjek li dar xistin. Nivîskar Nesrîn Orun û helbestvan Cevahîr Bedel li ser wêjeya jinan axaftin kirin.
Bedlîs
Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê jî, TJAyê bi heman armancê meşiyan. Tevî berfa zêde jî jinan ji Dem Partiyê heta Parka Filîstên bi dirûşman meşiyan û pankarta "Em bi têkşînê azad dibinin, civaka demokratik ava dikin" hilgirtin û dirûşma "Jin, jiyan, azadî" berz kirin. Meş bi çepik û dirûşman ve bi dawî bû.
Qamişlo
Li Qamişlo, Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) navenda partiyê ya li bajêr çalakiyek li dar xist. Endamên rêxistinên civaka sivîl û tevger û komên jinan beşdar bûn. Çalakî bi rêzgirtin dest pê kir. Rêveberên Meclisa Jinan a partiyê li herêma Cizîrê Netewî Xemgîn axivî û bi vê boneyê rêber Abdullah Ocalan û hemû çalakvanên jin pîroz kir.
Çalakî bi stranên gelêrî ku hêla Nebîha Mihemed, Sînem Şawîş û Yadê Suad ve hatin pêşkêşkirin û bi pêşandanan sînevizyonê bi dawî bû. Di heman çarçoveyê de, Kongra Star a li bajarê Girkê Legê serdana navendên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundrîn (Asayîş) li bajêr kir. Di dema serdanê de, beşdaran bi vê boneyê diyariyên sembolîk pêşkêşî şervanên jin kirin.
Kongra Star
Kongra Star li Lubnanê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek weşand. Kongra Star, di daxuyaniyê de banga xurtkirina beşdariya jinan a siyasî, civakî û biryardanê kir.
Înîsiyatîf
Însiyatîfa Sûriyeyê ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan jî bi boneya Roja Jinan a Cîhaê daxuyaniyek weşand. Înîsiyatîfê di daxuyaniyê de diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, parêzvanek dilsoz ê mafên jinan, pirsgirêka jinan, ku ew wekî pirsgirêka herî tevlihev a serdemê dibîne, nirxandiye û di projeya xwe ya rewşenbîrî de girîngiyek taybetî daye wê.


