Jinan li Amedê bang kir: Em ê bersiva herî xurt bidin nijadperestan

Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş di meşa li dijî nijadperestî û zayendperestiyê ya bi pêşengtiya TJA yê hate lidarxistin de axivî û got: “Gelê Kurd ji bo hebûn û rûmeta xwe gelek berdel daye, em ê bersiva herî xurt bidine wan kesan û wê hişmendiyê. Me tu carî serê xwe netewandiye û em ê netewînin.”

1 deqe xwendin
Jinan li Amedê bang kir: Em ê bersiva herî xurt bidin nijadperestan

Bi pêşengiya TJAyê li dijî nijadperestî û zayendperestiya ku di bin navê “mizahê” de jinên kurd dike armanc, ji Qada Şêx Seîd heya Mizgefta Mezin meşiyan. Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş, hevşaredarên navend û navçeyan, endam û nunerên saziyên jinan yên Amedê û gelek jin tevli meşê bûn. Jinan di meşê de pankarta “Jin Jiyan Azadî” û alayên li ser “Jin Jiyan Azadî” rakirin û dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” , “Bijî berxwedana jinên Kurd”, “Rûmeta Jinan rûmeta gel e” “Jin Jiyan Azadî, azad bike Rêbertî” berz kirin. 

Piştî meşê jinan li ber Mizgefta Mezin daxuyanî da çapemeniyê. Aktîvîsta TJAyê Delal Tellîoglu Gem daxuyanî xwend. Delal Tellîoglu Gemê da zanîn ku ew gotinên Rahmî Koç yên di bin navê “pêkenokê” de hatine ziman û jinên kurd dikin hedef, qebûl nakin û got: “Ev gotinên ku di raya giştî de reng veda, wekî mîzaheke hêsan an jî şaşbûneke ziman a kesane nayên nirxandin. Gotinên navborî, ravekirina hişmendiyeke zayendperest û mêrserdest e ku tê de qalibên cudaxwaz ên dîrokî yên li hemberî jinan û Kurdan ji nû ve tên hilberandin. Jinên kurd ne tenê li ser hiş û hişmendiya xwe, di heman demê de li ser rûmet û rûmeta xwe ya civakî jî hedef tên girtin. Ji ber vê yekê, li vir ne tenê rûreşiyeke li hemberî nasnameya Kurd, divê mirov behsa hişmendiyeke mêrserdest bike.”