Jin li Mêrdîn û Mêrsînê meşên şevê li dar xistin
Bi hezaran jin li Mêrdînê û Mêrsînê meşên girseyî li dar xistin. Li Mêrdînê jinan bi meşaleyan kolanên tarî ronî kirin.

Li Mersînê bi hezaran jin di 12emîn Meşa Femînîst a Şevê de ji Kolana Kushîmoto heta Qada Ozgecan Aslan meşiyan. Jinan pankarta ‘Em di jiyanek azad û wekhev de bi israrin’ vekirin û bê navber dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ berz kirin. Aktîvîsta TJAyê Sara Kaya ewil axivî û da zanîn ku ew berxwedana jinên li Rojava silav dikin û got têkoşîna wan wê heta avabûna civakeke demokratîk bidome.
Daxuyanî bi stran û govendê bidawî bû.
Mêrdîn
Li Mêrdînê jî di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de bi wesîleya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Artuklu ya Mêrdînê li kolanên dîrokî meşa meşaleyî pêk hat. Jin li Deriyê Meşkîna kom bûn û bi dirûşmeyan meşiyan. Di meşê de dîmenên rengîn derketin holê û meş seranserê Kolana Îkîncî ya Dîrokî berdewam kir û li piştre li Kolana Kultur berdewam kir, gihişt Qada Cumhuriyetê. Jinan li qadê goend gerandin. Piştre aktîvîsta TJA’yê Yuksel Genç daxuyanî xwend.
‘Me jiyan ji nûve ava kir’
Yuksel Genç di destpêka axaftina we de jin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û got: “Ez we jinan bi mîrateya dîroka têkoşînê silav dikim. Ez bang li dilê gel ya ji jinên wêrek pêk tên dikim. Em jinên Kurd ne tenê nasnameyekin. Em Berxwedanin. Em hêvîne. Em jinên Kurd damezrînerên herî xurt yên aştî û azadiyê ne. Me jiyan ji nûve avakir. Me aştî parast. Seranserê dîrokê hewl hat dayîn ku jin bêdeng bin. Lê em bêdeng neman. Xwestin me tune bikin. lê em tune nebûn.”
Bername bi gerandina govendê bidawî bû.


