Jin li dijî kuştina jinan meşiyan
Komîsyonên “Ji bo Rojîn Kabaîş û Gulistan Doku Edalet” ji bo kuştinên bi guman ên jinan bên ronîkirin meşiyan û xwestin ji bo parastina mafê jiyanê yê jinan dewlet berpirsiyariya xwe bi cî bîne.

Komîsyonên Ji bo Rojîn Kabaîş û Gulistan Doku Edalet, bi dirûşmeya ‘ji Gulîstan Doku heta Rojîn Kabaîş em ê edaletê pêk bînin’ li ber Operaya Sureya ya Kadikoyê kom bûn û heta qada Kahlkedon meşiyan. Jinan dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘bijî berxwedana jinan’ berz kirin. Dildara komîsyona Gulistan Doku, Şeyma Çoban da zanîn ku ew ji bo mirinên bi guman yên jinan bên ronîkirin têkoşîna xwe didomînin û got: “Em ê li dijî qirkirina jinan, bêdeng nemînin.”
Şeyma Çoban balkişand ser geşedanên der barê dosya Gulistan Doku û got: “Bi salan gumanbar hatine parastin, delîl hatine reşkirin. Geşedanên pêş ketin, di encama têkoşîna bi israr a jinan de pêk hat. Em îro bi edaleteke qels re rû bi rû ne. Divê di dosya Gulistan Doku de lêpirsîn bê berfirehkirin.
Çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.


