Jin li dijî kuştin û windakirinê meşiyan

Bi hezaran jin  bi banga “Jin Bi Hev re Bihêz in” kom bûn û li dijî jinên hatine kuştin û windakirin meşiyan û bal kişandin ser têkoşîna li dijî bêcezahiştinê.

1 deqe xwendin
Jin li dijî kuştin û windakirinê meşiyan

Jin li Stenbolê li dijî kuştin û windakirin meşekiyan. Bi sedan jinên ku kom bûn, bi pêşengiya Jin Bi Hev re Bihêz in, ji Tûnela li Şîşhaneya Beyoglûyê heta Emînonu meşiyan. Girseya ku bi slogan, çepik û tîliyan heta îskeleya Emînonu meşiya, pankarta “Yên ku divê rê li ber tundiyê bigrin, jinan dikujin, ser wê dinuxumînin” hildan.

Di dema meşê de sloganên “Ne yekser e, tundiya mêr e”, “Dawî li tundiya dewlet-mêr bîne”, “Jin Jiyan Azadî”, “Em ê kesek din kêm nebin”, “Ne dadweriya mêr, dadweriya rastîn” û “Kuştina jinan polîtîk e” hatin berzkirin. Beşdaran her wiha dovîzên bi nivîsa “Çi hate serê Gulistan Doku”, “Çi hatê serê Rojîn Kabaiş”, “Çi hate serê Yeldana Kaharman”, “Çi hate serê İlayda Zorlu” hilgirtin.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Parlamentera Stenbolê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ozgul Saki û aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel jî beşdarî çalakiyê bûn.

Piştî meşê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Li ser navê jinan Evrim Gurenin axivî û diyar kir ku ji bo zelalkirina aqûbeta jinên hatine qetilkirin û windakirin, ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Gurenin bal kişand ser dosyaya Gulistan Doku ya ku piştî salan dîsa hat vekirin û destnîşan kir ku daxuyaniyên berê hatine dayîn, tundiya mêr rewa kirine.  

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser dosyayên jinên ku bi guman jiyana xwe ji dest dane û pirsên “Çi hate serê Rojîn Kabaiş, Rojwelat Kizmaz, İlayda Zorlu, Yeldana Kaharman, Esma Kılıçarslan, Nadira Kadirova, Feleknaz Keskin, Narin Güran, Rabia Naz, Hande Kader, Ejegul Ovezova?” hatin kirin.

Di daxuyaniyê de behsa doza Îpek Er kirin û destnîşankirin ku berdana kiryar piştî girtina cezayê, mînaka polîtîkayên bêcezahiştinê ye.

Li ser navê jinan Evrim Gurenin diyar kir ku di gelek dosyayan de sepanên wekhev didomin û got: “Bêbersiv hiştina pirsan, hewildana girtina dosyaya Nadira Kadirova bi lez û bez, tariya di dosyaya Yeldana Kaharman de, polîsên ku li malbatên İlayda Zorlu û jinên din ên ciwan digerin û wan li hemberî tundiyê vekirî dihêlin, nîşan dide ku heman pergal didome. Bi vî rengî yên ku divê jinan û zarokan biparêzin, meqamên ku dema em rastî tundiya mêr tên divê em serî lê bidin; parêzgar, dozger û hêzên ewlehiyê bixwe dibin kiryarên tundiyê. Heta rastî derkeve holê, aqûbeta jinên winda diyar bibe, kiryar hesab bidin û ev pergala ku tê de kesên pişta wan bi dewletê ve girêdayî ye dikarin sûc bikin hilweşe; em ê dest ji têkoşînê, ji pirsînê û ji bilindkirina dengê hev bernedin.”