Jin li 5 welatên Ewropayê ji bo 8ê Adarê meşiyan
Jinên Kurdistanî û dostên wan li 5 welatên Ewropa ji bo 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz bikin meşên girseyî li dar xistin.

Bi boneya 8ê Adarê jinên kurd û dostên wan li gelek welatên Ewropayê çalakiyên girseyî li dar xistin. Jinên Kurdistanî û dostên wan ku li qadan kom bûn, bi pankart û dowîzan meşên dirêj li dar xistin.
Swêd
Li paytexta Swêd Stockholmê bi wesîleya 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê meşek hate lidarxistin. Bi sedan jinên ku li Medborgarplatsenê kom bûn, li dijî qirkirin, şer û tundiya li ser jinan meşiyan. Jin di pêşengiya Partiya Çep, Baskê Ciwanên Demokratîk a Civakî, Keskan, rêxistinên femînîst, sendîka, jinên Îranî û Erîtreyî û Meclîsa Jinên Kurd a Amarayê de meşiyan. Jinan di çalakiyê de daxwazên xwe anîn ziman û çalakî piştre bi dirûşmeyên azadiya jinan bi dawî bû.
Almanya
Jinan li bajarên cuda yên Almanyayê ji ber 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê mîtîng, meş û çalakiyên çandî li dar xistin.
Hamburg
Li bajarê Hamburgê yê Almanyayê, di 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi hezaran kes bi şîara “Em têkoşînên femînîst ên enternasyonal bikin yek” daketin qadan. Platforma 8ê Adarê ya Hamburgê çalakî amade kir. Çalakiyê li Landungsbruckenê bi performansa dansê û mîtîngê dest pê kir.
Di mîtîngê de nûnera Meclîsa Jinan a Rojbîn Leyla Kaya axivî û got: “Sala borî, her roj bi bîra me xist ku divê em li dijî her cure tundiya baviksalarî û kedxwariya kapîtalîst, têkoşîna xwe ya ji bo azadiya rastîn û azadiya xwe hîn bêtir xurt bikin. Kuştina jinan û şer kêm nebû. Encama şerê êrîşkar ê ku DYA û Îsrail li dijî Îranê dimeşînin ne diyar e. Baviksalarî li dijî me di êrîşê de ye da ku rê li ber vê bigre ku sedsala 21an bibe sedsala şoreşên jinan û azadiya jinê. Di Roja Jinan a Cîhanê ya îsal de em dibêjin: Dema şoreşên jinan hat. Em ê di têkoşînê de bi hev ve girêdayî, di berxwedanê de weke yekbûyî jiyaneke azad biafirînin. Jin Jiyan Azadî!”
Frankfurt
Li bajarê Frankfurtê yê Almanyayê, bi banga Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E)-Hessen, Young Struggle, Yeni Kadın, ADKH, Latinas Unidas, Zora, RoR, Aufbau Frankfurt, Kommunistische Frauen, FKO û Feministische Vernetzungê bi sedan jin li Kaiserstrasse hatin cem hev. Bi minasebeta 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê piştî mîtîngê meşek hate lidarxistin. Di çalakiya ku rengên jinên Kurd û çanda Kurdî mohra xwe lê xist de hate destnîşankirin ku tevgera jinên Kurd li Kurdistan û cîhanê pêşeng û hêza rêxistinkirî ya têkoşîna jinê ye.
Heilbronn
Jin li bajarê Heilbronn ê Almanyayê jî bi heman armancê kom bûn û meşiyan. TJK-E ya Heilbronnê jî beşdarî meşa ku ji aliyê gelek rêxistinên jinan ve hatibû organîzekirin bû. Jinên ku li Kiliansplatzê kom bûn, ber bi navenda bajar ve dest bi meşê kirin. Di meşa ku jinên Kurd jî bi sembolên xwe beşdar bûn de, her tim dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” û “Frau Leben Freiheit” hatin berzkirin. Jinên ku dîsa vegeriyan Kiliansplatzê, li vir mîtîngek li dar xistin. Di axaftinên ku li ser navê saziyên jinan hatin kirin de, tundiya pergala kapîtalîst a li ser jinan û pergala keda ya cudakar hate şermezarkirin.
Berlîn
Li bajarê Berlîn ê Almanyayê bi jin bi heman armancê meşiyan û bernameyeke çandî li dar xistin. Bi banga hevpar a saziyên jinan ên mîna Meclîsa Jinan a Dest Dan e.V., Jinên Ciwan ên Berlînê, Ofîsa Aştiyê ya Jinên Kurd Cênî e.V., Ararat Berlin, Pudu HEPA, Meclîsa Jinên Êzîdî ya Berlînê, Gemeinsam Kämpfen Berlin, Komuna Jinên Ciwan a Enternasyonal a Berlînê û Korea Verbandê bi sedan jin beşdar bûn. Jinên ku li Alexanderplatzê hatin cem hev, bi dirûşma Elmanî “Im Widerstand vereint schaffen wir das freie Leben” dest bi meşê kirin.
Duisburg
Li bajarê Duisburg ê Almanyayê jî bi heman armancê ji aliyê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel a Duisburgê û Feministische Aktion Duisburg ve meşek hate lidarxistin. Jinên ku li Duisburg-Dellplatzê kom bûn, mîtîngek li dar xistin. Di mîtîngê de rêz girtin, beyannameya 8ê Adarê hate xwendin. Piştî axaftinan jinan bi dirûşman dest bi meşê kirin û di dema meşê de belavokên xwe xwendin.
Îngîltere
Li bajarê Liverpool ê Îngilîstanê jî bi wesîleya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi hezaran jin daketin qadan. Bi dehan rêxistinên jinan ku jinên Kurd jî di nav de bûn, li dijî tundiya mêr, şer û tundiya polîs-dewletê meşiyan. Di çarçoveya çalakiya 8ê Adarê de ku wekî her sal îsal jî bi pêşengiya rêxistinên femînîst ên Îngilîz hat lidarxistin, bi sedan jin li pêşiya The Bombed Out Churchê li hev civiyan. Jinan tevî hilgirtina pankart û berzkirina dirûşmeyan, îşaret bi tundî, newekhevî û cihêkariya li dijî jinan kirin. Rêxistinên jinan bi rengên xwe tevlî bûn û bi awayê kortejê dest bi meşê kirin.
Li ser navê Rêxistina Jinên Kurd a Liverpoolê Viyan Hesekê diyar kir ku tundî û şerên li dijî jinan zêde dibe û bi taybet îşaret bi êrîşên li ser şoreşa jinan a li Rojava kir.
Piştî axaftinan, dirûşmeyên, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Women, Life, Freedom” hatin berzkirin. Jinan banga mezinkirina têkoşîna azad û wekhev kirin.
Firansa
Li gelek bajarên Fransayê di çarçoveya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, jinan daxwazên xwe yên ji bo wekhevî, azadî û li dijî tundiyê qêriyan. Di çalakiyên ku bi banga platforma Grève Féministe di 7-8ê Adarê de hatin lidarxistin de, jinan destnîşan kir ku 8ê Adarê ne tenê rojeke sembolîk e, lê roja têkoşîna li dijî nexweşiyan e.
Parîs
Li paytext Parîsê çalakî ji saetên sibê ve dest pê kirin. Jinan li qada Place de la Bataille de Stalingrad kon vedan û “gundê jinan” ava kirin. Di nava rojê de li ser ne wekheviya di perwerde û jiyana xebatê de, şîdeta mêr û geşedanên li Îran û Rojavayê panel û gotûbêj hatin lidarxistin. Di qada Stalingradê de her wiha panela ku geşedanên li Rojava, Îran û Amerîkaya Latîn hatin girtin hate lidarxistin. Di panelê de pergala azadiya jinê ya li Rojavayê hate vegotin, her wiha rejîma melayan a li Îranê û polîtîkayên şer ên li herêmê hatin nîqaşkirin.
Bordeaux
Jinan bi heman armancê wekî gelek bajarên Fransayê, li Bordeauxê jî zêdetirî 12 hezar kes ji bo mafên azadiyê yên jinan derketin kolanan. Meşa ku bi banga rêxistinên jinan, sendîka û tevgerên cuda yên civakî hat lidarxistin, li qada Place de la Victoire meşiyan. Jinan di dirêjahiya meşê de daxwazên xwe yên wekî mûçeya wekhev, bidawîkirina tundiya li ser jinê, mafên jinên koçber û penaber, têkoşîna li dijî nijadperestî û rastgirên tund qêriyan.
Gelek kolektîfên femînîst, platformên jinan, sendîka û rêxistinên xwendekaran, Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F), Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), rêxistinên jinên Elewî, komeleyên koçber û piştevaniyê û rêxistinên jinên koçber beşdarî meşê bûn. Meş li navenda bajêr bi axaftin û bangên piştevaniyê bi dawî bû.
Rouen
Hunermend û arşîvvana Kurd a li sirgûnê Sarya Nurcan Kaya, li bajarê Rouenê beşdarî bernameyeke 8’ê Adarê bû. Çalaki ji aliyê Parti Communiste Français ve hat organîzekirin. Di vê hevdîtinê de Sarya Nurcan Kaya berxwedana jinên Kurd û jidayikbûna felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” vegot.
Mulhouse
Li Mulhouse’ê, çalakiya ku ji aliyê Collectif féministe du 68 ve ku gelek sazî û rêxistin tê de cih digirin hat lidarxistin, bi beşdarbûneke xurt pêk hat.
Montpellier
Li bajarê Montpellier a Fransayê, ji aliyê Kolektîfa Piştevaniya bi Gelê Kurd re ku ji partiyên siyasî, sendîka û rêxistinên civakî pêk tê beşdarbûneke girseyî pêk hat. Meş li qada Place Alpert dest pê kir. Piştî meşê li qada Komedie mîtîngek hat lidarxistin. Di axaftinên ku li ser navê Komeleya Demokratîk a Kurd hatin kirin de hat destnîşankirin ku têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd ji bo hemû jinên cîhanê çavkaniya îlhamê ye. Di çalakiyê de her wiha li dijî şîdeta li ser jinê, polîtîkayên şer û êrîşên li ser destkeftiyên jinan banga têkoşînê hate kirin.
Holanda
Bi hezaran jin li Amsterdamê jî bi meşeke girseyî 8ê Adarê pîroz kirin. Jinan di çalakiyê de daxwazên xwe yên wekhevî, azadî û piştevaniyê anîn ser ziman û peyamên piştevaniyê bi têkoşînên jinên li herêmên cuda ên cîhanê hat dayîn. Jin li paytexta Hollanda Amsterdamê kom bûn bi meşeke girseyî bi coş 8ê Adarê pîroz kirin. Çalakî bi banga hevpar a Yekîtiya Jinên Kurd a Hollandayê (YJK-H) û Femînîst Marchê hate lidarxistin û peyamên azadî û piştevaniyê hatin dayîn. Di çarçoveya çalakiyê de girseyê li Qada Damê li hev civiya û bername li dar xistin.


