Jin bi cilên neteweyî ji bo 8ê Adarê meşiyan

TJAyê bi şiara “Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin” 8ê Adarê bi meşeke girseyî li Geverê pîroz kir.

1 deqe xwendin
Jin bi cilên neteweyî ji bo 8ê Adarê meşiyan

Tevgara Jinên Azad (TJA) li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi şiara “Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin” 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li eywaneke Geverê pîroz kir. Jin li ber deriyê DEM Partiyê ya Geverê kom bûn û bi cilên neteweyî û erbaneyan, heta eywanê meşiyan. Parlamentera Colemêrgê ya DEM Partiyê Oznûr Bartin, endama Akademiya Jineolojiyê Aynûr Sarica, Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî yên Geverê û gelek jin tev li bernameya pîrozbahiyê bûn. Li eywanê pankartên “Sonda me kezîzerên me ne”, “Rojava rûmeta me ye”, “Yek gotin yek çalakî”, “Jin jiyan azadî” daliqandin. Bernameyê ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzgirtinê dest pê kir.

Em bi ‘Îro bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li her derê ne 

Di pîrozbahiyê endama Jineolojiyê Aynûr Sarica bal kişand ser zordariya li dijî jinan û got: “Di dîrokê de her dem hewl dane ku jinan di nav malê de bihêlin. Li gor pergala serdest jina herî baş jina herî bêdeng e. Lê bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro bi felsefeya “Jin jiyan azadî” em li qad, kolan û hemû cihan in.” Aynûr Sarica li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî nairxandin kir û wiha pê de çû: “Ji bo muzakereyê jî divê bi Rêber Apo re têkilî bên danîn. Rêber Apo bi pêvajoya Aşti û Civaka Demokratîk hewl dide pirsgirêka Kurd çareser bike û aştiyeke bi rûmet pêk bîne. Lê hêj di bin tecrîdê de ye. Tecrîd dê bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo bê şikandin. Heta ku hevalên me yên girtî, hevalên jin bên berdan, heya civakeke azad, civakeke demokratîk û aştiya mayinde pêk bê wê demê dê pêvajo encam bigire.”

Parlamentera DEM Partiya ya Colemêrgê Oznûr Bartin jî 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan pîroz kir.