Jin aktorên sereke ne, lê nayên dîtin

Berdevkê Komîteya Karên Derve ya YJK-Sê Ozen Aytaç diyar kir ku wan di konferansa 4ê nîsanê, li Swîsreyê, hêz û bersivek pir erênî wergirtiye û dîtiye ku jin aktorên sereke ne, lê ked û têkoşîna wan nayê dîtin.

1 deqe xwendin
Jin aktorên sereke ne, lê nayên dîtin

4ê nîsanê, li Swîsreyê konferansa 'Aştî Bê Me Nabe!’ û ‘Di Pêvajoyên Aştiyê de Rola Jinê û Ezmûnên Cîhanê' ku ji aliyê YJK-S û TJAyê ve hat organîzekirin, bi beşdariya 180 delegeyên ji 4 parçeyên Kurdistanê û ji welat û erdnîgariyên cuda, bi serkeftî bi dawî bû.

Konferansê nîşan da ku pêvajoyên aştî û muzakereyê tenê bi bidawîkirina şer nayên sînordarkirin. Berdevkê Komîteya Karên Derve ya YJK-Sê Ozen Aytaç li ser naverok û encama konferansê nirxandin kir. Ozen Aytaç ewil li ser kelecana konferansê rawestiya û got: “Me bersivên pir erênî wergirtin. Enerjiyeke erênî ya mezin hebû. Konferansê hatina jinên ji gelek welatan û têkoşîna hemûyan pir xurt kir. Bi ruhê enternasyonalîzmê, me karî sînorên ku wekî amûrek sîstemê li ser me hatine ferzkirin, pênase bikin. Vê têgihiştinê biryardariya me xurtir kir.” 

Ozen Aytaç, da zanîn ku vê biryardariyê îlham daye hemû beşdaran û got: “Konferansê bal kişand ser cewher û têkoşîna ji bo aştiyê. Divê civak beşdarî vê pêvajoyê bibe da ku dadwerî, veguherîn û jinûveavakirin bikaribin di jiyana me ya hevpar de bibin yek.” 

Ozen Aytaç, da zanîn ku bi awayekî xwezayî giranî bi taybetî li ser rola navendî ya jinan a di van pêvajoyan de bû û wiha axivî: “Jin di heman demê de aktorên sereke ne. Lê fedakarî û têkoşîna wan nayê naskirin. Em dixwazin van têkoşînan di çarçoveyeke dîrokî de bînin cem hev, depoyeke hevpar biafirînin û wan ji raya giştî re peyda bikin. Xalek sereke ew bû ku divê jin di pêvajoyên danûstandin û aştiyê de cih bigirin. Divê têkoşîna ji bo azadiya jinan neyê paşxistin. Pêwîst e bê zanîn ku ev hewldan di demeke dirêj de were domandin. Beşdariya jinan ne tenê daxwazeke siyasî ye, lê ji bo pêşketina civaka demokratîk û aştiyeke domdar şerta pêşîn e.”

‘Jin ji bo parastina xwe kom dibin’          

Ji bo jin bêhtir di nava xebatên muzakereyan de cih bigirin jî Ozen Aytaç ev agahî parve kir: “Em dizanin ku ev ê bibe sedema têkoşîneke din. Di pêvajoyên aştiyê de, gel ji bo çareserkirina avahiyên baviksalarî û kapîtalîst ên ku ji bo parastina xwe şer didomînin, tên ba hev. Ji ber vê yekê, pêwîst e zexteke civakî û daxwazek hebe ku bêhtir jin tev lê bibin, da ku bi tevahî komek were avakirin. Xwesteka jiyana bi aştî û bi gelên din re, di heman demê de tê wateya xurtkirina civakê û misogerkirina wekheviyê.” 

Li ser têkoşîna jinan a ji bo nûnertiya jinan a di muzakereyan de jî Ozen Aytaç wiha got: “Wekîl Pervîn Bûldan jî li konferansê amade bû; ew di sala 2013an de beşek ji şandeyê bû û îro jî beşek ji wê şandeyê ye ku diçe Îmraliyê da ku bi birêz Abdullah Ocalan re biaxive.  Her çend Rêberê me garantiya mutleq dide me ku mafên jin, zarok, hindikahî, gelan û xwezayê dê neyên sînordarkirin jî, girîng e ku jin bi pêşkêşkirina ramanên xwe di van pêvajoyan de roleke çalak û bihêzker bilîzin.” 

Ozen Aytaç li ser girîngiya nûnertiya di civakê de jî rawestiya û got: “Ev di atolyeyan de xalek taybet û girîng bû. Bi naskirina ku guherîna civakî tenê bi têkoşîna jinan pêkan e, ev nêzîkatî misoger dike ku hemû beşên civakê bikaribin beşdar bibin. Di vê çarçoveyê de, herêm û bingeha civakê bêguman girîng in, lê faktoreke din a sereke di xurtkirina civakê de torên hevgirtina femînîst ên navneteweyî ne, ku divê bi hev re bên avakirin.’’ 

‘Jin ji bo aştiya cîhanê bi biryar in’ 

Ozen Aytaç li ser rola jinan a di aştiyê de jî rawestiya û got: “Konferansê bi awayekî zelal nîşan da ku jin ji bo aştiya cîhanî bi biryar in. Em aştiyeke wisa dixwazin ku sînorên li ser me hatine ferzkirin derbas bike. Em dixwazin li gel hemû gelên vê axê, bi hemû pirrengî û taybetmendiyên wan re, bi hev re bijîn, ji wan fêr bibin û bi hev re bixebitin da ku vê cîhanê bikin cihekî baştir.”  

Ozen Aytaç li ser xebatên siberojê jî ev agahî dan: “Gavên paşîn bêguman dê komkirina wê zanînê li xwe bigirin ku di jîneolojiyê de jî tê dîtin. Tişta din a balkêş ew aşkerekirin bû ku jinên ku di pevçûnên çekdarî de wek fermandar xizmet kiribûn, wek fermandarên 'biçûk' an 'nîvcû' dihatin dîtin. Heke em aştiyê bixwazin, divê em ji aliyê îdeolojîk ve jî xurt bibin. Divê em bizanibin ku sîstema em tê de dijîn, çawa xwe li ser piyan dihêle û çi mekanîzmayan bi kar tîne û li gorî wê di nav civakê de hişmendiyeke aştiyê geş bikin. Nûnerê gel, birêz Abdullah Ocalan, berê jî gotiye, divê em bi zanebûn li dijî avahiyên baviksalarî yên di nav xwe de têbikoşin.” 

‘Divê em di bîrdoziyê de xurt bin’

Ozen Aytaç da zanîn ku her peywira ku bi hev re pêk tînin, wan û hesta wan a yekîtiyê xurtir dike û wiha bi dawî kir: “Girîng e ku em bi hev re bixebitin da ku bigihîjin armancên demkurt ên ku ji bo veguherandina civakê û xurtkirina civak û çanda xwe ne, bi mebesta pêkanîna vîzyona civakeke wekhev. Em ji êş û pirsgirêkên ku mirov pê re rû bi rû dimînin re vekirî bin. Dema ku em li Meksîkayê bi hevalên ji Çîapasê re dicivin û ew ji me re behsa êrişan, zordestiyê, avakirina baregehên leşkerî û hwd. dikin, ez êşa di dilê xwe de hîs dikim; li vir, têkoşîna ji bo parastina zimanê xwe yê dayik û têkoşîna li dijî neheqiyê yekgirtî ne. Ev rêyek e ku em werin ba hev, da ku em bi hev re bikevin ser rêya sêyemîn. Em li her derê, nasnameya xwe ya wekî gel bi xwe re hildigirin; lê girîng e ku em ji aliyê îdeolojîk ve xurt bin, da ku di nav torên me de, xalên hevpar hebin.”