Îsraîl û DYAyê baregehan bomberbaran dike
Hêzên esmanî yên Îsraîl û DYAyê li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Sineyê li dijî baregeh û bingehên rejîma Îranê yên bombebaranek giran pêk tîne.

Şerê Îsraîl, DYA û Îranê di roja 6emîn de berdewam dike. Êrişên esmanî yên li hemberî baregeh û bingehên rejîma Îranê berdewam dike. Di sibeta 6ê adarê de jî êrişên giran ên hewayî destpêkirin. Di encama êrişên li ser bajar de Baregeha Îmam Alî ya Sineyê gelek caran hedef hate girtin. Di encama bombebaranê de li avahiyên baregehê hilweşîn pêk hat û şewat derket. Hate ragihandin ku Baregeha Îmam Alî yek ji baregehên cebilxaneya Hêzên Mihafizên Rejîmê lê dihat parastin.

