Îranê mamosteya kurd revand

Hêzên rejîma Îranê li Urmiyeyê mamosteya kurd Forûzan Îslamî binçav kir û aqûbeta wê nayê zanîn.

1 deqe xwendin
Îranê mamosteya kurd revand

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê û çavkaniyên herêmî, der barê binçavkirina jineke kurd de agahî parve kir. Li gorî nûçeyê, jina kurd a bi navê Forûzan Îslamî ku mamosteya zimanê îngilîzî û berpirsa Akademiya Ziman a “Newcewan” a li bajarê Urmiye ya rojhilatê Kurdistanê ye, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hat binçavkirin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birîn.

Hat diyarkirin ku hêzên ewlehiyê bêyî ku tu biryareke dadgehê hebe bi ser mala Forûzan Îslamî de girtine û ew revandine. Heta niha der barê cih û rewşa tenduristiya wê tu agahî nehatine bidestxistin. Hat gotin ku Forûzan Îslamî di warê perwerdehiya zimanê îngilîzî de xebatên çalak meşandiye û weke kesayeteke naskirî ya kurd li Urmiyeyê tê naskirin.