Îranê cezayê darvekirina 2 ciwanan erê kir
Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê du ciwanên Kurd erê kir.

Li gor nûçeya Kolbernewsê, Dadgeha Bilind ya Îranê cezayê darvekirinê ku li ciwanên Kurd Mihemed Ferecî û Reuf Merûf yên xelkê bajarê Bokan yê Rojhilatê Kurdistanê birîbû erê kir.
Hatiye diyarkirin ku her du ciwan di dema serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibûn girtin. Hate zanîn ku Dadgeha Bilind a Îranê ji bo bicihanîna cezayê darvekirinê dosyaya her du ciwanên çalakvan pêşkêşî şaxa bicihanîna cezayan kiriye.
Hate diyarkirin ku her du ciwanên Kurd beriya niha ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Mihabadê û Dadgeha Miyandwaw ve cezayê darvekirinê li wan hatibûn birîn. Her çiqas ew ceza despêkê ji aliyê Dadgeha Bilind ya Îranê ve hatibû betalkirin û dosya ji Dadgeha Miyandwaw re hatibû şandin jî, dadgehê carek din cezayê darvekirinê birî û ji aliyê Dadgeha Giştî ve hat erêkirin.
Reuf Merufî û Mihemed Ferecî di sala 2022yan de di dema serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibûn binçavkirin û şandibûn girtîgeha Urmiyeyê. Sala despêkê dibin êşkenceyê de îfadeyên wan hatin girtin û rê nedan parêzerên serbixwe li gel de hevdîtin bikin. Piştre di sala 2023yan de veguhestin girtîgeha Bokanê û ji wê demê ve li wê girtîgehê de tên ragirtin.


