Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî banga berdana Cevzet Derse kirin
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cevzet Derse û xwest ku Derse yê cezayê xwe yê 30 salan qedandiye, demildest bê berdan.

Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 607emîn a çalakiya xwe de têkildarî rewşa girtiyê nexweş Cevzet Derse li Kolana Sakaryayê ya navçeya Çankayaya Enqereyê daxuyanî da. Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, girtiyên nexweş demildest berdan” hate daliqandin. Girseyê diruşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd îşkence ye, divê tecrîd bi dawî bibe” berz kirin. Daxuyanî ji aliyê endama ÎHDê Asli Saraç ve hate xwendin.
‘Jiyana wî di xetereyê de ye’
Asli Saraç anî ziman ku wan vê hefteyê jî bal kişandiye ser rewşa girtiyê nexweş Cevzet Derse û wiha got: “Cevzet Derse yê 53 salî ku li Girtîgeha Tîpa S a Kavaka Samsunê tê ragirtin, di 15’ê Nîsana 2026an de cezayê xwe yê 30 salî qedandiye, lê hîn jî nehatiye berdan. Cevzet Derse nexweşekî giran e û divê di bin kontrolake hûrgilî de be. Nexweşiyên wî yên giran û kronîk hene. Di sê cihên kezeba wî de metalên biyanî hene, bi nexweşiya şekir, tansiyona bilind û nexweşiyên dil û damaran ketiye. Pêwîst e ev hemû nexweşî bi hûrgilî bên şopandin. Heke di wextê xwe de negihêje nexweşxaneyê, jiyana Cevzet Derse dikeve xetereyê.”
‘Şert û mercên girtîgehê tenduristiyê xirabtir dikin’
Saraç diyar kir ku Girtîgeha Tîpa S a Kavakê ji aliyê şert û mercan ve jî gelekî xeternak e û wiha axivî: “Girtîgeh bêhewa ye, ev yek jî bandoreke neyînî li tenduristiya girtiyên nexweş dike û nexweşiyên wan zêde dike. Cevzet Derse ne tenê ji ber negihîştina tedawiyê, di heman demê de ji ber şert û mercên fîzîkî yên girtîgehê jî bandor dibe û nexweşiyên wî girantir dibin. Ev rewş bi awayekî vekirî astengkirina mafê jiyanê ye.”
Banga azadiyê
Di dawiya daxuyaniyê de Asli Saraç daxwaza azadiyê dubare kir û wiha pê de çû: “Daxwaza me ya sereke ew e ku Cevzet Derse yê ku cezayê xwe qedandiye, demildest bê berdan. Derengxistina berdana wî, her ku diçe nexweşiyên wî girantir dike. Em wekî Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, bang li hemû rêxistin û saziyên demokrasiyê dikin ku ji bo Cevzet Derse bigihêje azadiya xwe bibin dengê wî.”


