HRANA: Li Îranê di 24 saetên dawî de 33 kes hatine kuştin

HRANAyê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de di encama êrişên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îsraîlê de yên li ser Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, herî kêm 33 kesan jiyana xwe ji dest dan, 50 kes jî birîndar bûn.

1 deqe xwendin
HRANA: Li Îranê di 24 saetên dawî de 33 kes hatine kuştin

Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) li ser êrişên 24 saetên dawî yên DYE û Îsraîlê yên li ser Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bîlançoyek eşkere kir.

Hate ragihand ku di 24 saetên bihurî de di encama êrişên Îsraîl-Amerîkayê yên li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, 33 welatiyên sivîl hatine kuştin û 50 welatî jî birîndar bûne.

HRANA destnîşan kir ku Îsraîl û Amerîkayê di 24 saetan de li ser 30 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, herî kêm 752 êriş pêkanîne ku 124 baregehên leşkerî, baregehên pasdarên şoreê, navendên Besîc, balafirgehên leşkerî, baregehên polîsan û bîrên neftê hatine hedef girtin.

Li gorî rapora HRANA niha lêkolîn li ser mirin û birîndarbûna 316 kesan tê kirin da ku piştrast bibin.

HRANA da zanîn ku piraniya êrişan li ser Tehranê hatine pêkanîn û di rêza duyem û sêyem de jî Xozistan û Kirmanşan hebû.

Her wiha HRANA ragihand ku ji destpêka şer ve li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hezar û 238 welatiyên sivîl hatine qetilkirin.