Hêzên leşkerî ji bo entegrasyonê dê bicivin
Piştî hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî yên der barê entegrasyona asayîşê de niha jî lijneyên leşkerî yên her du aliyan dê ji bo entegrasyona artêşê bicivin.

Pêkanîna xalên peymana di navbera Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî de berdewam dikin. Hefteya borî du şandeyên Şamê hatibûn Hesekê û Qamişloyê. Heyetan têkiliyên pêşerojê yên Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Navendî nîqaş kiribû. Di demek ev xebat didomin de niha jî dê mijara entegrasyona leşkerî bê nîqaş kirin. Tê payîn ku di demek kin de şandeyên leşkerî yên her du aliyan bên cem hev. Di civînê de şêwazê têkilî û tevlêbûna HSDê di nav artêşa Sûriyeyê de dê bê nirxandin. Hate zanîn ku ji bo nîqaşa entegrasyona hêzên leşkerî dê şandeyên cuda bên cem hev. Çav li rê ye ku îro şande bên cem hev.


