Hêzên Îranê 2 birayên aktîvîst kuştin

Hêzên çekdar ên Îranê aktîvîstên kurd Mojtaba Waisi û Maysam Waisi ku birayê hev bûn, bi rengekî hovane kuşt.

1 deqe xwendin
Hêzên Îranê 2 birayên aktîvîst kuştin

Ji aktîvîstên çandê yên naskirî yên li Kirmaşanê Mojtaba û Maysam Waisi ku birayê hev bûn, ji aliyê Muxafizên Şoreşê yên Îranê ve hatin kuştin. Hat ragihandin ku mala herdu bira lê bûn ji aliyê hêzên rejîmê ve hat şewitandin û kuştin. Li gorî agahiyan, hêzên rejîmê bi hinceta ku tev li çalakiyên meha çileyê bûne li herdu birayan digeriyan.

PJAKê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal li ser mijarê daxuyaniyek da û got: "Em vê sûîqesta hovane bi tundî şermezar dikin û sersaxiyê ji gelê yarsan, gelê kurd û Îranê re dixwazin. Em di wê baweriyê de ne ku tevgera rizgariya gelê kurd û Îranê bi terorîzm, zext û sûcê nikare bê rawestandin. Bêguman xwîna şehîd Mojtaba û Maysam Waisi wê bibe semboleke din a têkoşîn û berxwedana li dijî dîktatoriya Komara Îslamê."

Hat ragihandin ku aktîvîst Mojtaba û Maysam Waisi di tevahiya jiyana xwe de ji bo çanda kurd têkoşiyan û xwedî li nirxên gelê kurd derketin. Herdu bira herwiha dengbêjî jî dikirin.