Heyeta YPJê li Şamê ye
Heyeta Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ji bo hevdîtinê bi wezîrê parastinê yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re bike çû Şamê.

Li gor nûçeya ANHAyê ku ji agahiyên ji çavkaniyên leşkerî girtiye, heyeta YPJê çûye paytexta Sûriye Şamê.
Tê payin ku heyet bi Wezîrê Parastinê yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re hevdîtinê bike û mijara tevlibûna YPJê li nava artêşa Sûriyeyê binirxîne.
Herwiha tê payin ku koordînasyona leşkerî, mekanîzmayên kar ên hevpar û statuya hêzên YPJê ya li nava artêşa Sûriyeyê bikevin rojevê.


