Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê peyama Newrozê dan
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bi dîmen peyama Newrozê dan û bang li gel kirin ku tevlê Newrozan bibin.

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan têkildarî Newroza îsal ku bi dirûşmeya “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” tê pîrozkirin, peymake bi dîmen banga beşdariya pîrozbahiyên Newrozê kir. Hevserokan bang li gel kir ku tevlê pîrozbahiyan bibe.
Tulay Hatîmogullari bi lêv kir ku Newroz nirxa hevpar a mirovahiyê ye û ev bang kir: “Newroz sembola rûmet û azadiyê û berxwedanê ye. Li dijî tarîtiyê werin em bi agirê Newrozê her deverî ronî bikin. Em bi hev re li qadên Newrozê govendan bigerînin. Ji bo aştiya gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê werin em agirê Newrozê pêxin. Ji bo aştî, demokrasî û azadiyê niha dem dema em li qadên Newrozê li hev bicivin e.”
Hevserok Tuncer Bakirhan jî cejna Newrozê li gel pîroz kir û ev bang kir: “Werin em li Newrozê bi hev re govendê bigerînin. Werin em yekîtiya xwe xurt bikin. Bila Newroza 2026an bibe bingeha yekîtiya gelê kurd û têkoşînê mezin bikin. Bila bibe bingeha aştiyê. Newroza me pîroz be. Newroza gelê me pîroz be.”


