Hevserokên DEM Partiyê Serokwezîrê Ermenîstanê pîroz kirin
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, Nîkol Paşînyan ê ku careke din wekî serokwezîrê Ermenistanê hat hilbijartin pîroz kirin.

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan Nîkol Paşînyan ku di hilbijartinên parlamentoyê yên 7ê Hezîranê de bi sedî 49.87 dengan careke din weke serokwezîrê Ermenistanê hat hilbijartin bi peyamekê pîroz kirin.
Di peyamê de hat diyarkirin ku welatiyên Ermenistanê careke din hilbijartina xwe di aştî û demokrasiyê de pêk anîn û hat gotin ku ev yek bi nirx e. Hevserokan anîn ziman ku ew hevî dikin encamên hilbijartinê bibe wesîleya aştiyê û bandoreke erênî li ser herêmê bike.


