Hevsengiya tirsê û agirbesta bêhêvî

Şerê 40 rojî ku di navbera Îran û eniya Îsraîl-Amerîkayê de qewimî, ji sînorên şerekî herêmî derket û veguherî krîzeke gerdûnî ku hevsengiyên jeopolîtîk hejandin. Ragihandina agirbesta du hefteyî, her çend wekî pêngaveke dîplomatîk xuya bike jî, di rastiyê de ne encama lihevkirinekê, lê encama westandina stratejîk a her du aliyan e. Di vî şerî de, têgiha serkeftinê ji pênaseyên klasîk dûr ket; Îsraîl bi pergala xwe ya parastinê ya ku %90ê êrişan pûç kirin serkeftineke teknîkî nîşan da, lê Îranê jî bi derbasbûna sînorê tehdîda rasterast û lêdana binesaziyên stratejîk, nîşan da ku polîtîkaya Amerîkayê ya rêgiriya herêmî şikestiye.

1 deqe xwendin
Hevsengiya tirsê û agirbesta bêhêvî

Bandora vî şerî li qada navneteweyî bi taybetî li sê qadan xwe da der: enerjî, lojîstîk û polîtîkaya blokan. Ji ber metirsiya girtina Tengava Hurmizê, ku ji sedî 20ê nefta cîhanê di wir re derbas dibe, bihayê bermîla neftê di nav 40 rojan de rekora salên dawî şikand û enflasyoneke gerdûnî ya nû da destpêkirin. Di heman demê de, ev şer bû sedem ku Rûsya û Çîn di çarçoveya Hevpeymaniya Şerqê de piştgiriya xwe ya lojîstîk û sîber ji bo Îranê zêde bikin. Ev rewş nîşan dide ku Rojhilata Navîn careke din veguheriye qada herî germ a Şerê Sar ê Nû di navbera Washington û Pekîn-Moskowayê de.

Aliyên şer di vê pêvajoyê de destkeftiyên bi bihayê giran bi dest xistin. Îsraîlê karî li hinek baregehên mûşek û navendên lojîstîk ên Îranê li Sûriye û hundirê Îranê bixe, bi vê yekê asta xwe ya gihîştinê îsbat kir. Amerîkayê jî bi şandina fîloyên xwe yên behrê û pergala parastinê ya THAADê, hebûna xwe ya li herêmê careke din wekî çavdêrê yekane ferz kir. Lê belê Îranê jî di berdêla zerarên binesaziyê de, prestîjeke mezin di nav ‘eniya berxwedanê’ de bi dest xist û nîşan da ku ti nuqteya li Îsraîlê êdî ne di ewlehiyê de ye. Ev yek, ji bo Îranê di danûstandinên navneteweyî de bûye karteke nû ya zextê.

Lê belê, di binê vê tabloya mezin a stratejîk de, yê ku herî zêde nirxê vî şerî da gel bû. Rewşa gelê li herêmê, ne tenê wekî zerara canî lê wekî hilweşîna civakî divê bê nirxandin. Li Îranê, ji ber dorpêçên nû û lêçûnên şer, nirxa pereyê neteweyî ji sedî 30 daket û çîna navîn ber bi xizaniyê ve bir. Li aliyê Îsraîlê jî, tirs û fikarên mayinde bûne sedema koçberiyan û rawestana sektorên wekî turîzm û teknolojiyê. Agirbesta 14 rojî ji bo gelan ne aştî ye, lê tenê demeke kurt e ku birînên xwe bipêçin berî ku fîşekên nû bi asîmanan bikevin. Analîzeke rasteqîn nîşan dide ku her çend serkirde li ser maseyan agirbestê ragihînin jî, trawmaya vî şerî wê bi salan di bîra gelan de bimîne û hêrsa di navbera civakan de hîn kûrtir bike.

Ji bo ku ev agirbest nabe tenê navbereke ji bo rawestandina çekan be, divê li şûna vebijêrkên leşkerî, modelên dîplomatîk ên piralî bên bipêşxistin. Weke alternatîfa herî xurt, pêwîstî bi avakirina mîmariyeke nû ya ewlehiyê ya herêmî heye. Ev yek bi nûkirina peymanên nukleerî yên ku her du aliyan razî dike û bi danîna sînorên sor ên li ser ne-destwerdana hundirîn pêkan e. 

Di heman demê de, veguherîna herêmê ji qada pêşbaziyên leşkerî ber bi qada girêdayîbûna aborî ve, dikare bibe garantiyek ji bo aştiyê. Projeyên mezin ên enerjiyê û xetên bazirganiyê yên ku hemû dewletên herêmê jê sûd werdigirin, dikarin kîn û dijminatiyê veguherînin berjewendiyên hevpar. Di vê çarçoveyê de, navbeynkariya hêzên sêyemîn û xurtkirina dîplomasiya gelan, dikare zextê li  rejîman bike ku çavên xwe ji şer bigirin û ber bi geşepêdanê ve vegerînin.