Heval Anahtar Kaya: Asîman yê me ye, Jiyan ya me ye

Jinan di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Çiyayê Kirklar yê li navçeya Sûrê bafirok firandin. Heval Anahtar Kaya di çalakiyê de anî ziman ku bafirok sembola derbaskirina sînoran e û li dijî qedexeyan nîşaneya mezinkirina hêvî û azadiyê ye.

1 deqe xwendin
Heval Anahtar Kaya: Asîman yê me ye, Jiyan ya me ye

Platforma Jinan a Dîcle Amedê di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê Roja jinan a Cîhanê de li Çiyayê Kirklar yê li navçeya Sûrê ya Amedê bafirok firandin. Nûnerên sazîyên sivîl yên jin, endamên komeleyên jinan û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Beriya çalakiya firandina bafirokan Hevseroka Sendîkaya Genel-Îşê Heval Anahtar Kaya axivî.

‘Bafirok sembola hêvî û azadiyê ne’

Hevseroka Sendîkaya Genel-Îşê Heval Anahtar Kaya anî ziman ku 8ê Adarê ne tenê rojeke bîranînê ye, li dijî kedxwarî, tundî, şer û serdestiya mêran roja berxwedana hevpar a jinan e û wiha got: Ji bo jinên kurd jî 8ê Adarê; li dijî înkarê nasname ye, li dijî şer aştî ye, li dijî serdestiya mêran roja parastina jiyana azad e. Îro em li vir bafirokên xwe berdidin asîmanan. Ji ber ku bafirok sembola derbaskirina sînoran e û li dijî qedexeyan nîşaneya mezinkirina hêvî û azadiyê ye.”

‘Asîman yê me ye, Jiyan ya me ye’

Heval Anahtar Kaya diyar ku her êrîşa ku ji bo biçûkxistinê tê kirin, di berxwedana jinan de vediguhere azadiyê û wiha domand: “Ji Amedê heta Rojava, heta Rojhilat jin sînoran nas nakin. Asîman yê me ye, jiyan ya me ye. Pêşeroj di destê jinan de ye.”

Jinan piştî daxuyaniyê bafirokên ku bi xwe re anîbûn, firandin. Di çalakiyê de dîmenên rengîn derketin holê.