HELEPÇE; birîna nekewiyayî
Berî niha bi 38 salan… Li gorî daneyên fermî zêdetirî 5 hezar zarok, jin, zilam, kal û pîr bi çekên kîmyewî yên dîktaroriya Saddam Huseyîn hatin kuştin. Bi dehhezaran kes seqet man, bi hezaran kes jî ji ber vê bûyerê ketin rêyên koçberiyê. Di ser vê jenosîda li dijî kurdan re 38 sal debas bûn. Helepçe hê jî birîndar e.

Sal 1988… Meha adarê… Rûpelên salnameyan roja 16ê adarê nîşan didan…
Trajediya li Helepçeyê, di 16ê Adara 1988an de, bi dengê balafirên şer dest pê kiribû. Bombeyên ku balafirên şer dibarandin da ku yek ji komkujiyên herî mezin ên dîrokê pêk bînin berê xwe dabûn vî bajarî. Bi carekê gaza jehrî belavî esmanên Helepçeyê bû. Ew gaz ber bi rûyê erdê ve hat û xwe berda nav bajêr. Li her deverê, li kuçe û kolanan laşên mirovan tije bibûn.
Bajarê Helepçeyê ku girêdayî parêzgeha Silêmanî ya başûrê Kurdistanê ye, yek ji bajarên herî navdar ê Kurdistanê ye. Bajar qederê 100 kîlometre ji Silêmaniyê dûr e û dikeve başûrê rojavayê Silêmaniyê. Bajarê ku li ser sînorê Rojhilat e di dîroka xwe de gelek caran bûye navenda serhildanên girîng ên gelê kurd.
Şerê Îran û Iraqê
Çîroka komkujiya ku wek “Jenosîda Helepçeyê” derbasî rûpelên dîrokê bû, bi şerê di navbera Îran û Iraqê de sala 1980yan dest pê dike. Piştî ku rejîma Baasê li Iraqê bû desthilatdar, polîtîkayên rejîmê li dijî kurdan bi awayekî înkar û îmhayê dewam kir. Di pêvajoyeke bi vî rengî de di navbera hêzên kurd de jî nakokî û rageşî dewam dikirin.
Di şerê 1980yan de Îran li dijî Iraqê piştevaniya partiya PDKê ya Mesûd Barzanî dikir. Bi pêşengiya Talabanî hêzên YNKê jî hem li dijî Îranê hem jî li dijî PDKê şer dikirin. Ji ber vê jî di wê serdemê de gelek caran hêzên kurd dihatin hemberî hev.
Di sala 1984an de di navbera Talabanî û Îranê de lihevkirinek pêk hat. Li gorî vê lihevkirinê heta rejîma Saddam were hilweşandin dê piştgiriya Îranê berdewam bikira. Di encama vê pêvajoyê de komên kurd li Şamê civiyan û protokolek îmze kirin. Li gorî vê peymanê; dê ti hêzên kurd bi ti awayî nehatine hemberî hev.
Helepçe di bin kontrola kurdan de
Piştî vê civînê, di 14ê adarê de, hêzên pêşmerge bi piştgiriya Îranê ketin Helepçeyê û bajar xistin bin kontrola xwe. Ev yek ji aliyê gelê Helepçeyê ve gelek bi şanazî hat pêşwazîkirin. Lewra piştî demek dirêj gel ji zilma Saddam rizgar bibû. Lê ev şanazî zêde dewam nekir.
Di navbera hêzên kurd de şer hatibû rawestandin, lê topbarana di navebera Îran û Iraqê de berdewam dikir. Piştî ku bajarê Helepçeyê ji artêşa Iraqê hat rizgarkirin, ‘Eniya Kurdistanî’ ya ku ji hêzên YNK û PDKê pêk dihat, heta derdora Silêmaniyê bi pêş ket. Ev yek hêrsa Saddam mezintir kir. Ji bo bi tevahî ji kurdan xilas bibe û wan tune bike li pêşiya Saddam planek hebû. Ew yek jî operayona Enfalê bû.
Bombebarana bi gazên kîmyewî
Di 15ê adarê de hêzên pêşmerge bi carekê bi awayekî gumanbar ji Helepçeyê vekişiyan. Ev yek dihat wateya hebûna lîstikeke qirêj. Rojek piştî paşvekişîna hêzên pêşermerge ango di 16ê adarê de balafirên şer ên artêşa Iraqê li esmanên Helepçeyê hatin xuyakirin. Balafirên Saddam 3 rojan bê navber bajarê Helepçeyê jî di nav de herêma kurdan Germiyan bombe kirin. Lê bombeyên ku diavêtin Helepçeyê cuda bûn. Bombeyên ku ji balafiran davêtin navenda Helepçeyê bombeyên bi gazên kimyewî bûn. Ew gazên sarîn, tabûn û xerdelê bûn. Ev gazên kîmyewî ji bo jiyanê yên herî bi xeter bûn. Piştî ku gaz li Helepçeyê belav bû, bi hezeran kes xwe ji malên xwe avêtin kuçe û kolanan. Bêhna sêvan li tevahiya bajêr belav bibû.
Piştî bomberana 3 rojan, li Helepçeyê ji 5 hezaran zêdetir kurd jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran welatî birîndar bûn. Di dawiya bomberanê de bêdengiyeke mezin bajarê Helepçeyê dorpêç kiribû.
8 sal şer kirin lê kurd kuştin
Saddam Huseyîn bi jenosîda li dijî kurdan hewl dida ku çavên Îranê bitirsîne. Wisa jî bû. Piştî qirkirinê çend meh derbas bibûn, şerê Îran û Iraqê bi dawî bû. Li ser lihevkirina Iraq û Îranê zextên Saddam ên li ser kurdan bêhtir zêde bû. Îran û Iraqê 8 salan şer kir lê yên ku rastî komkujiyê hatin kurd bûn. Her du dewletan li ser xwîna kurdan li hev kir û şerê di navbera xwe de qedandin.
Halepçeyî koçber bûn
Piştî qirkirina Helepçe û operasyona Enfalê bi dehhezaran kurdên herêma Germiyanê bi koçberiyê re rû bi rû man. Helepçe kavil bibû, helepçeyî bê cih û war mabûn. Li gelek bajarên başûrê Kurdistanê belav bûn. Gelek ji wan jî, ber bi sînoran ve herikîn. Bêhtir berê xwe dan bakurê Kurdistanê. Bakur, rojava û rojhilatê Kurdistanê ji wan re hembêza xwe vekir. Hin ji wan jî ber bi welatên Ewropayê ve belav bûn. Trajediyek ku mirov nikare bi gotinan bîne ziman dihat jiyîn.

Kujerê kurdan Eliyê Kîmyewî
Elî Hesen Mecîdê ku wek Eliyê Kîmyewî dihat nasîn, di dereceya yekemîn de berpirsê vê qirkirinê bû. Ew bixwe kurmamê Saddam bû û di nav rejîma Baasê de yekî payebilind bû. Wê serdemê wekî wezîrê parastinê wezîfedar bû. Zalim bû. Di operasyona Enfalê de bû kujerê dehhezeran kurdan. Êrişa li ser Helepçeyê wî bixwe bi rê ve biribû.
Rola dewletên hegemon
Her çend berpirsyarê jenosîdê Saddam û rejîma Baasê bû jî, derket holê ku çekên kîmyewî yên welatên Amerîka, Fransa û Almanyayê bûn. Dîsa welatên din jî bi bêdengiya xwe jenosîda Helepçeyê ji nedîtî ve hatin. Di çavên wan de li hember serhildana kurdan Saddam Huseyîn bi jenosîda xwe bibû leheng. Helepçe jî bi wî wêneyî ku dayik bi zaroka xwe ya hembêzkirî re hatinbû kuştin, wek rojeke reş derbasî rûpelên dîrokê bû.
Saddamê zincîrkirî li ber dadgehê
Li ser jenosîda Helepçeyê bi dehan sal derbas bûn lê birînên Helepçeyê hîn nekewiyane. Ji sala 1991ê heta niha her çend hakîmiyeta herêmê di destê kurdan de be jî, hewldanên xwedîderketina Helepçeyê her tim qels man. Hesabê vê jonsîdê bi salan nehat pirsîn. Piştî ku Amerîkayê êrişî Iraqê kir, rejîma Saddam Huseyîn jî hilweşiya. Saddam Huseyîn di encama operasyoneke meha kanûna 2003yan de li Tîkrîtê hat girtin. Di 1ê tîrmeha 2004an de jî pêvajoya darizandina Saddam dest pê kir. Jenosîda Helepçeyê jî bû yek ji mijarên vê darazê. Dîktatorê ku bi şûrê destê xwe kumkujiyên xwe pîroz dikirin vê carê bi destên kelepçekirî, lingên zincîrkirî xuya dibû.
Serokê wê serdemê yê Amerikayê Geroge Bush jî di sala 2003yan de aşkere kir ku ew jenosîda Helepçeyê dinasin. Lê balkêş e ku Bush komkujiyên ku li Helepçeyê pêk hatin bi El Qaîdeyê ve gireda.
Saddam îdam kirin lê Helepçe ji bîr kirin
Saddam Huseyînê ku ji ber gelek komkujiyan ku li dijî gelên Rojhilata Navîn pêk anîn, bi sekreterê xwe Abid Hamid Mahmûd, cigirê serokwezîrê Iraqê Tariq Ezîz, Elî Hesen Mecîdê ku wek Eliyê Kîmyewî dihat nasîn û bi cîgirê kevin yê serokê dewleta Iraqê Taha Yasîn, bi giştî 11 kes ve derketin hemberî dadgehê.
Di parastina xwe ya doza Dujayirê de Saddam bi înkarkirina jenosîda Helepçeyê xwe parast. Lê ev yek bi kêr nehat. Yek ji dîktatorên Rojhilata Navîn Saddam Huseyîn di 30ê kanûna 2006an de hat îdamkirin. Piştî ku Saddam hat îdamkirin doza Enfalê dewam dikir. Ji ber vê jî Saddam Huseyîn ji jenosîda Helepçeyê bê ceza hat hiştin.
Hêrsa gel li dijî xemsariyê
Li gel van geşedanan, xwedîderneketina li Helepçeyê her tim dewam kir. Bi taybetî sekna hêzên kurd ên başûrê Kurdistanê di vê mijarê de diyarde bû. Di vî warî de bîranîna jenosîda Helepçeyê ya sala 2006an li cihê komkujiyê pêk hat mînak e. Bîranîna jenosîdê ya wê salê veguhast serhildanê. Gelê Helepçeyê di wê bîranînê de ji ber xwedî li wan dernakeve dest bi protestokirina rêveberiya herêma Kurdistanê kirin. Li ser protestoyan hêzên pêşmerge bi çekên xwe êrişê gel kirin û gelek kes birîndar kirin. Di heman bûyeran de muzeya ku ji bo bîranîna Helepçeyê hatibû çêkirin jî hat şewitandin.

Wek jenosîd hat qebûlkirin
Komkujiyên ku bi çekên kimyevî li Helepçeyê pêk hatin, ji aliyê dadgehên navneteweyî ve jî wek jonosîd hatin qebûlkirin. Pişî dadgeha cezaya navneteweyî, piştre jî welatên wekî Swêd, Norveç û Birîtanyayê jî vê komkujiyê re gotin “jenosîd”. Dadgeha Ceza ya Bilind a Iraqê jî di sala 2010an de qirkirina Helepçeyê weke jenosîd qebûl kir.
Bandora gazên kîmyewî
Şopên jenosîdê bi salan e li Helepçeyê hê jî xuya dibin. Bi hezaran kesên ku wê serdemê ketin bin bandora gazên kîmyevî, di gel ewqas demên derbasbûyî jî ji bandora wan gazan xilas nebûne. Mirina zarokan, nexweşiyên wekî penceşêrê û astengiya hilmijê, pirsgirêkên çav û cermê li ser van kesan hîna jî didome. Li gel van nexweşiyan xizanî, neçarî û xwedîderneketina Helepçeyê, birîn û jana helepçeyiyan her tim zindî hişt.
Îro li Helepçeyê goristina ku ji bo kesên hatin kuştin trajediya ku hatî jiyîn car din nîşanê me dide. Di her gorên vê goristanê de bi dehan kes li ser hev hatine definkirin.
Birîna nekewiyayî
Jenosîda Helepçeyê ya ku li dijî gelê kurd pêk hat pêngava destpêkê ya operasyona Enfalê bû. Piştî vê operasyonê zêdetirî 100 hezar kes, li gorî hin çavkaniyan jî 180 hezar kurd hatin kuştin. Yek ji parçeyên herî bixwîn a Enfalê jenosîda Helepçeyê, wek trajediyeke herî mezin a bi çekên kîmyewî pêk hat derbasî rûpelên dîrokê bû.
Di ser qirkirina Helepçeyê re 38 sal derbas bûn. Mirin, her tim li erdnîgariya Kurdistanê wek bêhna sêvê ma. Helepçeyî wek birîna bêderman man. Halepçe di dilê kurdan de hê jî birîneke nekewiyayî ye.


