Helbesta berxwedêr

Qonaxên dîrokî û tiştên hatine serê civakan yek bin û bişibin hev jî; divê hunera wan gelan jî xwe bigihînin hev, ji tecrûbeyên hev sûdê werbigirin, agirê berxwedana xwe bi helbest, stran û awazên xwe geştir bikin.

1 deqe xwendin
Helbesta berxwedêr

Helbest a ku ew bi xwe li dijî şer, mêtingerî, kedxwarî, zilm, zordarî, tenêhiştin û vederkirinê berhem û danheveke berxwedan û têkoşînê ye; dema ku xwe dispêre xeta xwe ya berxwedêr dibe wek bombeyên ku bi her teqînê re parçeyan li dora xwe direşîne. Ew jî bi her peyva ku ji bin aşîtên danjibîrkirinê û bi her dengê ku ji nav xuşexuşa lehiyên ku li ser derûniya mirovan îşkenceyê dike hatiye rizgarkirin, bi her rista ku wekî dobelanan bi birûskê re erd perçifandiye, bi her kakilê xwe yê gotinê di qefes û qalikan de hilnehatiye, xwe ji nû ve bi saz û awaz dike. Wekî dara hejîrê ya ku tehtan dike du felq; wekî berfîna ku lihêfa ji berfê ya li ser xwe qul dike û serî hildide; wekî dara berûyê were şewitandin jî piştî demekê dikare şîn bibe; helbesta berxwedêr jî serhildêr e. Natewe, heke bitewe jî naşikê, heke bişikê jî ew cihê şikestî li hemberî êrişan jê re dibe wekî mertalekî ji sîxikan. Di şibandina helbest û daran de belkî mînaka herî balkêş dara ‘Ginkgo Biloba’ ya ku li Çîn û Japonyayê heye. Di Komkujiya Hîroşîmayê de ev dar ligel ku çend kîlometreyan dûrî wî cihî bû ku bombeya atomê lê teqiya, lê tiştek bi vê darê nehat û ev dar hê jî li ser xwe ye.

Çawa ku li ser axa ku şîn hatiye nahêle erozyon pêk were, ax li ber lingan biçe û biheze; helbest jî mîna darê nahêle erozyona bîr, hiş û hebûnê pêk were; peyv û gotinê diparêze. Helbest wekî dareke nobedar e, di bin sî û stara wê de peyv û gotin mexel tên wan ji baran û teresa êrişên li ser rûmetê diparêze. 

Helbesta berxwedêr li hemberî neheqî, kedxwarî û bêedaletiyê dengbêjê hemû dengên qutbûyî ye. Ev berdevkî û dengbêjiya wê ne ji bo çend gotinên lihevhatî ye. Ji bo wekhevî, azadî û hişyariya çînî û neteweyî, bi gurmîniya dahola di stûyê xwe de azan dide. Carinan gurminiya wê daholê xwe di nivîsên li ser dîwaran de dide der ku ew dîwar wekî çapxaneyên belaş ên hejar, bindest, karker û mazlûman e. 

Dema ku toksîn, bakterî, vîrus an jî madeyên nenas ên ku ji wan re tê gotin ‘antîjen’ dikevin bedena mirovan; beden fêm dike ku ev made wê xisarê bide wê û li hemberî vê rewşê ‘antîkor’an hildiberîne. Di vê çarçoveyê de gotina “Desthilatdarî ku dera mirov birîn bike, ew der dibe nasnameya mirov” a Mîlan Kûndera li vê rewşê û li helbestê tê. Di vê reaksiyonê de kedxwarî, kuştin, sirgûn, talan, îşkence û mêtingerî dibin toksîn, bakterî, vîrus û antîjen; helbest jî dibe antîkora li hemberî van antîjenan. 

Faşîzm û mêtingerî ya ku pergaleke her cure têkilî û toran e û ligel ku rêveberî û sazûmanbûneke bi pergal e, ji bo wê serkeftin û skor, avakirina habîtûsa wê ye. Şexs ji ber cihê ku lê mezin bûye, malbat, perwerde, tecrûbe û serpêhatiyan hin fikirandin, fêmkirin, nirxandin û tevgerînê de hin meylan bi dest dixe. Habîtûsa ku tê wateya van hemû meylan êdî jê re rêzik, qaîde û divêtî hewce nake, ew xwe bi xwe bi rê ve dibe. Helbest a ku asoya hiş û ramyarî û hestên mirovan berfirehtir dike; kapasîteya têgihîştinê kûrtir dike û hewl dide xwe bigihîne cewherê heqîqetê, li ser gotina xwe dimîne. 

Bihabûn û biqîmetbûna zêr ne ji ber biriqîn, xweşikbûn û rengê wê ye; zêr ji ber ku zingarî nabe, di bin germahiyên bi hezaran dereceyan de dibe ku bihele lê nafûre û naqede bi qîmet e. Helbesta berxwedêr jî di nav hemû dîrok, civak û habîtûsan de wekî zêr e; ew li hemberî şer, bûyer, êriş û zext û zordariyan naguhere, ji ber ku zingarî nabe her dem nû ye, çiqasî were şewitandin jî nabe xwelî, ligel ku nayê şewitandin bi qasî tayê por were ziravkirin jî mirov dikare wê bi narînî û kubariyê bihûne û birêse jî. Helbest jî wekî zêr bi qasî ku li hemberî agir û zingarê berxwedêr e; ewqasî jî narîn û kubar e. 

Helbesta kurdî di du sed salên dawîn de berdevkiya hebûna gelê kurd kir, hewl da hişyariyek neteweyî, civakî û çandî ava bike. Ev helbest ne bi tenê qadeke hunerî bû, lê di gelek deman de wekî alav û mertaleke ji bo parastina ziman, bîr û nasnameyê jî xebitî. Di wan şertan de ku li ser gelê kurd parçekirin, qedexekirin û siyaseta asîmîlasyonê hat meşandin; helbest bû berdevka dengên hatine birîn.

 Di warê têkilîdanîna bi helbesta gelên bindest û yên di bin mêtingeriyê de jî, helbesta kurdî di nav handîkabekê de ye. Ji aliyekî ve şertên hevbeş hene; wekî têkoşîna ji bo nasname, hebûn, hesabpirsîna ji dîrokê, ziman û çandê.  Helbesta kurdî dikare sûdê ji tecrûbeyên helbestên bi zimanên din û yên gelên din werbigire. Werger, xwendin û nasîna kevneşopî û nûbûna edebiyatên cîhanê dikare derfetên nû biafirîne. Lê divê ev têkilî nebe girêdanek ku helbesta kurdî ji kok û bingehên xwe dûr bikeve. Kelepor, dîrok, ax, erdnîgarî, civak, stran, çîrok û serpêhatiyên gelê kurd; ji bo helbesta kurdî çavkaniyên sereke ne. Helbestên gelên din ên ku serpêhatiya wan dişibe ya gelê kurd; dikarin bêhtir bi hev re biaxivin û tayê wêjeyê di derziya helbestê ve bikin. 

Ji ber şertên dûr û dîrêj, îro herî zêde ji zimanên Ewropayê helbest li kurdî tên wergerandin. Ev werger û veguhastina tecrûbeyan gelekî hêja ye, ji ber ku deriyên nû li ber helbestvan û xwendevanan vedike lê ji aliyekî din ve jî rîsk heye helbesta kurdî bixwaze xwe bişibîne wir. Ji bo wêjeyan rewşeke xetere ye ku, hinek wêjeyan ji xwe re bike rol û modeleke esasî. Ji bo parastina kakil û xweseriyê ji rewşa rol û modelbûnê wêdetir, divê hevgirtin û fêmkirina tecrûbe, pêl û qonaxan pêk were. Di dîrokê de mînakên helbesta Filistîn, Cezayîr û gelên Afrîkayê hene ku; wan jî wekî gelê kurd serî li hemberî mêtingeriyê rakiriye, ruhê wan hatiye dagirkirin û çanda wan hatiye pûçkirin. Handîkaba helbesta kurdî ev e ku nekariye xwe bigihîne wir, sûdê ji tecrûbeyên wir werbigire. 

Mêtingeran bi sed salan gelên Afrîkayê bi zincîran girêdan, ew dan xebitandin û firotin. Zincîrên du sed sal berê; îro li Kurdistanê bûn kelepçeyên plastîk ku li ber dîwarekî destê hevşaredar, rêvebirên partiyên siyasî û saziyên civakî pê hatibû girêdan. Mêtingeran li Afrîkayê bi hezaran kanên zêr û elmasan kolan; di van kanan de gelên wir bi nanoziko dixebitîn lê zêr û elmasên ji wir derdiketin; di stûyê mêtingeran de dibûn gerdenî û di destên wan de dibûn bazin. Qeydên din li stûyên gelên bindest di stûyê mêtingeran de dibûn gerdenî; kelepçeyên di destê koleyan de dibûn bazinên destê mêtingeran. Îro heman rewş li Kurdistanê jî heye ku çiyayên ku gur hevza xwe jê dikin, ji ber kanên madenan bûne moxil. 

Çawa ku li Filistînê darên zeytûnê hatin rakirin, birîn û firotin; heman tişt li Efrînê jî pêk hat. Çawa ku li Filistinê zarokan kevir diavêtin tankan heman tişt li Cizîr û Geverê jî pêk hat. 

Bi kurtasî, qonaxên dîrokî û tiştên hatine serê civakan yek bin û bişibin hev jî; divê hunera wan gelan jî xwe bigihînin hev, ji tecrûbeyên hev sûdê werbigirin, agirê berxwedana xwe bi helbest, stran û awazên xwe geştir bikin; bi helbestan hû bikin bizotên peyv û gotinên xwe.