Girtiyên siyasî veguhestin girtîgeha Miyandwaw

Piştî ku girtîgeha Mahabadê hate bombebaran kirin, girtiyên siyasî veguhestin girtîgeheke din.

1 deqe xwendin
Girtiyên siyasî veguhestin girtîgeha Miyandwaw

Li gorî Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê piştî ku navendeke leşkerî ya li nêzî girtîgeha Mahabad a li Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê Amerîkayê ve hate bomberbarankirin, girtiyên ku deriyê wan hatibû girtin, rabûn ser xwe.

Li gorî heman çavkaniyê hêzên rejîma Îranê êrişî girtiyan kirine û gazên çav dişewitînin, dijî girtiyan bikaranîne.

Hate gotin ku nêzî 18 girtiyên siyasî ku zêdetirî 10 sal cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn, bi darê zorê veguhestin girtîgeha Miyandwaw.