Gel li Sûriyeyê li dijî hikûmetê dadikevin qadan

Gel li gundewarên Şamê, bakûr û rojhilatê Sûriyeyê ji ber rewşa aborî û bihabûna kelûpelan derdikevin xwepêşandanan.

1 deqe xwendin
Gel li Sûriyeyê li dijî hikûmetê dadikevin qadan

Li gelek herêmên Sûriyeyê gel ji ber rewşa xwe ya aborî derdikevin xwepêşandanan. Li gundewarên Şamê karkerên şirketa `Zenûbya` ya seramîkan protesto kirin û kar berdan. Karker dixwazin ku şert û mercên wan ên kar baş bibe û muçeyên wan zêde bikin.

Li bajarê El Keswa ya gundewarên Şamê karkerên kargeha `Medar` derketin xwepêşandanê û xwestin ku mûçeyên wan zêde bikin. Karkeran anîn ziman ku mûçeyên wan nema têrî wan dikin û nikarin debara jiyana xwe bikin.

Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê şêniyên bajarokên Til Berak, Hol û Şedadê yên girêdayî Hesekê û şêniyên parêzgeha Reqayê derketin xwepêşandanê. Di xwepêşandanan de xwestin ku pêdiviyên wan ên xizmetguzariyê pêk bînin û pirsgirêka wan a aborî çareser bikin.