Gel bi girseyî çû serdana Taziyeya endamê HPGê Resûl Akyuz

Ji bo endamê HPGê Resûl Akyuz ê ku di sala 2015an de jiyana xwe ji dest dabû, li Îzmîrê sersaxî hat danîn. Saziyên demokratîk û gel bi girseyî serdana sersaxiyê kirin û peyama xwedîderketina li têkoşîna azadiyê dan.

1 deqe xwendin
Gel bi girseyî çû serdana Taziyeya endamê HPGê Resûl Akyuz

Ji bo endamê Hêzên Parastina Gel (HPG) Resûl Akyuz (Pale Mêrdîn) ku di sala 2015an de li herêma Mukriyan a Îranê di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest dabû, li Komeleya Sîteyan a Çîmentepeyê ya navçeya Konaka Îzmîrê sersaxî hat danîn. Platforma Saziyên Demokratîk a Îzmîrê û Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk bi tevlîbûneke girseyî serdana sersaxiyê kirin. Di serdanê de girseyê diruşmeya, “Şehîd namirin” berz kir.

‘Em ê xwedî li yekitiya Kurdan derkevin’

Hevserokê MEBYA-DERa Egeyê Mîkaîl Akan li sersaxiyê axivî û bal kişand ser parçekirina Kurdistanê û koçberkirina bi darê zorê. Akan destnîşan kir ku ev siyaset ji bo têkbirina yekitiya Kurdan e û got: “Bila hemû dinya zanibe ku hevrêyên me li Rojava li dijî çeteyên kujer qehremaniyeke mezin nîşan dan. Em soz didin Resûl û hevrêyên wî; em ê heta dawiyê xwedî li yekitiya Kurdan a ku wan afirandiye derkevin.” Hevseroka MEBYA-DERê Bedîha Guleryuz jî diyar kir ku gelê Kurd ji bo xwedîderketina li nirxên xwe di nava yekitiyê de ye.

‘Me ji bo azadiyê bedelên giran dan’

Parlamentera DEM Partiyê Burcugul Çubuk jî anî ziman ku ji bo azadî û wekheviyê berdêlên giran hatine dayîn û wiha axivî: “Hevrêyên me ji bo azadiya çar parçeyên Kurdistanê canê xwe feda kirin. Di stûyê me de ye ku em layiqî bîranînên wan bin. Rêya herî bedew a vê yekê jî pêkanîna azadiya vê erdnîgariyê ye.”

‘Bila ev şer bi dawî bibin’

Di dawiyê de Dayika Aştiyê Peyruze Kurt jî banga aştiyê kir û wiha got: “Ev şehîd, şehîdê aştî û azadiyê ye. Em di şexsê wî de hemû şehîdan bi minetdarî bi bîr tînin. Daxwaza me wekî Dayikên Aştiyê ew e ku êdî dilê tu dayikê neşewite. Em wekhevî û biratiyê dixwazin. Bese êdî, bila ev şer bi dawî bibin.”