Fenekiya tirkan û rewşa kurdan

Kurd bi şev û roj vê pirsê ji xwe dikin: Gelo vê carê jî em tên xapandin? Li her çar aliyê Kurdistanê hêzên desthilatdar gava hewceyî kurdan dibin sozên qelew didin, lê gava xwe digihînin firehiyê, tifa xwe dadiqurtînin û berovajî sozên xwe tevdigerin. Bi taybetî li bakurê Kurdistanê gelê kurd dixwaze hêvîdar be. Gel aştî û aramiyê dixwaze. Rêya aştî û aramiyê rawestandina çekan, destpêkirina hevdîtinên çareserkirina pirsgirêkan û avêtina gavên vê yekê bûn. Gavên werin avêtin dema ku bi du aliyan bin xwedîqîmet û hêza pêkanînê ne.

1 deqe xwendin
Fenekiya tirkan û rewşa kurdan

Pêvajo her çendî bi banga Dewlet Bahçelî ya cotmeha 2024an dest pê kiribe jî, li gor agahiyan ev bang xwe dispêre ser nameyên birêz Ocalan ku ji rayedarên dewleta tirk re şandine. Birêz Ocalan di banga xwe de gotiye, “Ger dewlet rê li ber veke, ew ê bikaribe şer rawestîne û Tirkiyeyê jî bi avêtina gavên demokratîk çareseriyeke kêmane be jî ji pirsgirêka kurd re bîne”. Diyar e, ev yek li qada rayedarên dewleta tirk hatiye nirxandin û di encama vê nirxandinê de Dewlet Bahçelî derket pêşberî çapemeniyê û got: “Bila Ocalan were meclisê û fesixkirina PKK ragihîne!” Wateya vê bangê ev e. Ocalan bê berdan, bê meclisê û li wir banga bidawîbûna PKKê bike, dewlet jî ji bo kurdan nasîna mafên bingehîn misoger bike. Ji ber ku ti hêz û kes bê beramberî şerê 40 salan domiyaye û bûye sedema bi hezaran şehîd û malwêraniyê, xelatî neyarê xwe nake. Vê yekê aliyê kurd jî dizane û dewleta tirk jî dizane. Aliyê kurd li beramberî rawestandina têkoşîna çekdarî û fesixkirina partiyê ev têkoşîn dabû destpêkirin, bi daxwaza “xwedemokratîkkirina dewleta tirk”. 

Bi rêbertiya birêz Ocalan û PKKê kurd bawer dikin ku dewleta tirk demokratîk bibe, wê kurd jî bigihîjin mafên xwe yên ziman, çand û nasnameyî. Di rastiyê de tişta aliyê kurd dixwaze ji xwe di zagonên navneteweyî de hatine misogerkirin û dewleta tirk û rayedarên wê jî dem bi dem di dîrokê de soza vê yekê dabûn. Wek mînak, Mustefa Kemal di salên 1919-1022yan de bangî kurdan dike, ku wek welatiyên misilman li hember xiristiyanan axa xwe biparêzin û li beramberî vê meclisa were avakirin bibe ya kurd û tirkan. Lê mixabin ev heta Lozanê didome, di Peymana Lozanê de ti maf ji bo kurdan nayê nasîn û bi damezirandina komarê re tê zanîn bê bi fermana Mustefa Kemal kurd çawa li Kurdistanê hatin qirkirin û rêberên wan hatin darvekirin ku hîn jî gor û hestiyên wan radestî gelê kurd nehatine kirin.

Fenekiya tirkan di dema dewleta Osmanî de dest pê dike ku Mustefa Kemal mîratê xwe ji wir werdigire. Di 1878an de di Kongreya Berlînê de dewleta Osmanî mafên hemwelatiyên ermen misoger dike, lê ev yek tenê li ser kaxiz dimîne, tê zanîn di 1891ê de Siltan Abdulhemîd bi navê xwe Alayên Hamîdiyeyê saz dike û van alayan bi taybetî ji eşirên kurdan pêk tîne, ku gelan bi destê gelan bide qirkirin. Dîsa Jontirkên bi dirûşma ‘azadî, wekhevî û biratiyê’ xwe dan pêş, di 1915an de bi sirgûn û qirkirina ermenan fenekiya xwe derxist asta herî xerab. Piştî vê qirkirinê di şerê cîhanê yê yekemîn de pêwîstiya dewleta Osmanî bi kurdan çêbû û soza parastina Kurdistanê û mafên kurdan da serokeşîrên kurdan û xwest ew li hember dagirkirina Rûsyayê rawestin, lê di 1917an de Rûsya ji Kurdistanê vekişiya lê kurd dîsa bi fenekiya tirkan hatin xapandin û bê maf man; rastî sirgûn, kuştin û qirkirinan hatin, parastina Kurdistanê û mafên kurdan li aliyekî, dewleta tirk gora kurdan li çiyayê Agiriyê kola û li ser ‘Kurdistana xeyalî li vir hatiye binaxkirin’ nivîsî.

Piştre qirkirin li ser qirkirinê bû para kurdan; 1925 Şêx Seîd, 1937-38 Seyîd Riza û hevalên wî tevî 70 hezar kurdên li Dêrsimê hatin qirkirin, jin, zarok, zilam xistin şikeftan û şewitandin, zikê dayikên ducanî qelişandin û pitikên wan derxistin kuştin; ev yek bersiva biratî û nasîna mafên kurdan a bi soz û peymanên tirkan bû. Dîsa di salên pêvajoya agirbest û aştiyê ya 2013-2015an de hikûmeta Erdogan bi birêz Ocalan re dest bi danûstandinên aştiyê kir. Di rastiyê de artêş û hikûmeta tirk li hember şerê gerîla ketibûn nav tengezariyekê, ji bo xwe ji vê tengezariyê bifilitînin, gotin “şer rawestînin, em ê pirsa kurdî çareser bikin, mafên demokratîk binasin”. Aliyê kurd şer da rawestandin, lê dewlet û artêşê ev pêvajo ji bo xwe ji nû ve saz bike bi kar anî û di sala 2015an de piştî serkeftina kurdan di hilbijartinan de, li şûna mafên kurdan di zagona bingehîn de bi cih bike û gavên demokratîkbûnê biavêje, li Cizîr, Sûra Amedê, Silopî, Nisêbîn û deverên din êrişî kurdan kir û malên wan bi erdê re kir yek; hîn jî hestiyên ciwan û dayikên kurd di bin kavilên malan de ne.

Em werin roja me. Bi banga Dewlet Bahçelî ku hevparê hikûmetê ye, birêz Ocalan dest bi avêtina gavan kir. Di 27ê sibata 2025an de banga “Aştî û Civata Demokratîk” kir û ji PKKê xwest kongreya xwe li dar bixe û xwe fesix bike. Rêvebirên PKKê bi erênî bersiva vê bangê da, di 1ê adara 2025an de agirbest ragihand û di 12ê gulana 2025an de betalkirina xwe bi awayekî fermî ragihand. Di 11ê tîrmeha 2025an de jî bi şewitandina çekên 30 endamên xwe ya li pêşberî çapemeniyê, dawî li şerê çekdarî anî û di 26ê cotmeha 2025an de jî daxuyanî da ku hemû hêzên xwe ji bakurê Kurdistanê û Tirkiyê vekişandine û ew ê êdî li hember dewleta tirk şerê çekdarî nekin.

Dewletê di berdêla van gavên dîrokî de çi kir? Li şûna pirsgirêkê bibe meclisê, hawaleyî MITê kir û her wek pirsgirêkeke ewlehiyê û bidawîkirina terorê bi nav kir, piştre li meclisa tirkî komîsyonek qaşo ji bo tespîtkirina pirsgirêkê û pêşniyarkirina rêyên çareseriyê damezirand. Vê komisyonê bi qasî salekê kar kir, tevî ku li gor rastiya heyî ti encam bi dest nexist û ji çarçoveya polîtîkaya dewletê ya înkar û îmhayê derneket jî, raporek da meclisa tirkî û rawestiya. 

Bi kinayî li hember hemû gavên aliyê kurd avêtine, dewleta tirk tenê komîsyoneke bi kêrî tiştekî nehatiye damezirand û sekinî: Birêz Ocalan nehat azadkirin, serok û rêvebirên HDP, DEP û siyasetmedarên kurd nehatin berdan, girtiyên PKKyî yên nexweş nehatin dermankirin û berdan, zagona bingehîn nehat guherandin, navên kurdan nepejirandin, zagonên demokratîkbûna Tirkiyeyê dernexistin. Zagonên daketina gerîlan dernexistin. Berovajî, di sala 2025an de, ji aliyê artêşa tirk ve 120 êrişên leşkerî li ser PKKê hatin kirin, bi sedan endamên HDPê, demokrat, rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan hatin girtin. Ev tev ne bes bûn, dewleta tirk di bin navê pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk de êriş û geflêxwarinên li ser rojavayê Kurdistanê zêdetir kirin û di encamê de îro li Kobana ku cih û warê berxwedana kurdan e, ala dewleta Sûriyeyê tê libakirin, ku ev jî encameke vê pêvajoyê ye. 

Li gor siyaseta çareseriya demokratîk çareserkirina pirsgirêkan bi demokratîkbûna dewletên desthilatdar pêkan e û ji bo vê li rojavayê Kurdistanê li şûna veqetînê entegrasyon derket pêş, lê belê entegrasyon gava bi hêzên demokrat re çêbibe, xwedînirx û pratîk e, bes gava bi Erdogan û Şara re ku xwedî zihniyeta DAIŞê, çêbibe wek tê dîtin malxerabî ye. Tevî hemû hewildanên birêz Ocalan, PKK û aliyê kurd ev hêz xwe naguherînin û ber bi demokratbûnê ve misqalekî ji xwe nadin. Pirsgirêka herî mezin li vir e. Gel dixwaze ji pêvajoyê bi hêvî be: Aliyê kurd hemû gavên pêwîst zêdetirî hêza xwe jî avêtine û li bendî gavavêtina dewletên desthilatdar e, lê ne Li Tirkiyê, ne li Sûriyeyê pêjna demokratîkbûnê nayê …

Li rojavayê Kurdistanê nirxên kurdan dîsa tên binpêkirin û rêya demokratîk li ber kurdan tê girtin, ji kurdan re dîsa rêya berxwedan, têkoşînê dimîne. Ger li Bakur dewleta tirk gavên pêwîst ên demokratîk neavêje, gelo çi rê li ber kurdan dimîne êdî bila dewlet bi xwe li vê yekê bifikire! Kurd ne bêçare ne. Ew tenê dixwazin êdî dijmintî bi dawî bibe û desthilatdarên li Kurdistanê ber bi mirovbûnê ve xwe biguherînin! Gotina ‘’ger xwe neguherînin, divê werin hilweşandin” zagoneke xweza û civakî ye; dagirker jî zû-dereng wê nisîbê xwe ji vê yekê werbigirin.