FEDA û YJEDê li dijî SEJ ên li Gimgimê çalakî pêk anîn

FEDA û YJEDê, li dijî projeyên JES ên li Gimgima Mûşê banga têkoşînê kirin.

1 deqe xwendin
FEDA û YJEDê li dijî SEJ ên li Gimgimê çalakî pêk anîn

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (YJED), der barê projeyên santralên enerjiya jeotermal (SEJ) ên ku tê xwestin li navçeya Gimgim a Mûşê bên jiyankirin, daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de diyarkirin ku gelê herêmê demeke dirêj e li dijî projeyên navborî têkoşînê dimeşîne. FEDA û YJEDê diyar kirin ku projeyên SEJê dê zirarê bidin xweza û mirovahiyê û destnîşan kirin ku xwesteka pêkanîna van hewldanan li qadên ku civaka Elewî lê dijî ne bi niyeteke baş e. Saziyan hişyar kirin ku proje ne tenê dê bibin sedema xerabûna jîngehê, di heman demê de dê gelê herêmê ber bi koçberiya bi darê zorê ve bibe.

FEDA û YJEDê bang li hemû beşên civakê kir ku li dijî destwerdanên li ser xweza û baweriyê piştgirî bidin têkoşînê.