‘Ev roj navê berxwedanê ye’

Bi hezaran jin li Qada Îstasyonê ya Amedê kom bûn û bi girseyî 8ê Adarê pîroz kirin. Di mîtîngê de Aktîvîsta TJAyê Sabahat Tuncel, anî ziman ku ev ne tenê rojek e û ev roj navê berxwedanê ye.”

1 deqe xwendin
‘Ev roj navê berxwedanê ye’

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP), bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li Qada Stasyonê ya Amedê bi dirûşma “Bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk ava dikin” mitîngê li dar xist. Jinan cil û bergên neteweyî li xwe kirin û ji Semta Ofîsê heta qada mitîngê meşiyan. Jinan bênavber li çepikan dan heta qatê lîlandin. Jinan bê navber dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” bez kirin. Jinan pankarta “Niha dema jinê ye” hilgirtin. 

Li qada mitîngê pankartên “Bi hevrêtiya komunalîst ber bi jiyana azad ve”, “Her komunek parastina jinê ye”, “Bi Jineolojiyê em ê fêm bikin bi komunê dê azad bibin” û “Dem dema jinê ye, dem dema azadiya Rêbertiyê ye” vekirin. Jinah li qadê govend gerandin û daxwazên xwe anîn ziman. 

Piştî bi hezaran jin li qadê kom bûn, mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevseroka DBPa Amedê Rûçem Vefa Elyakut diyar kir ku 8ê Adarê ji bo me roja serhildan û têkoşînê ye. 

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê jî anî ziman ku jin li her devera cîhanê ji bo hebûna xwe li ber xwe didin, têdikoşin. 

 Piştre jî Hevseroka MED TUHAD FED Pinar Sakik Tekînê peyama jinên girtî xwend. Pinar Sakik Tekînê xwend û got: “8ê Adarê têkoşîneke ku ji Înannnayan heta Marîaman, ji Rosayan heta Semayan, Jîna Emîniyan, Asya û Mabahaban heta roja me didome ye. Li dijî xezeb û zilma kujerên kastî, serhildana jinên şoreşger, berxwedêrên ku rengên cîhanê li xwe pêçane. Hêrsa bêdawî ya Pinaran, Ceylanan, Îlaydayan, Gulistanan, Narînan, Rojînan, Emîniyan ên di quncikekî malê de, di kolanê de, li parkê, li daristanekê, li rex qeraxekê hatine qetilkirin. Denê jinên karker û kedkar e ku li malê, li febrîqeyan, li deşt, çiya, gund û bajaran jiyanê, xwezayê, kedê diparêzin.”

‘Em ê her rojê bikin 8ê Adarê’  

Aktîvîsta TJAyê Sebahat Tuncel jî li qadê axivî û wiha got: “Ji ber ku em jiyaneke din dixwzin. Em naxwazin bên kuştin, naxwazin tundî li me were kirin, naxwazin zarokên me rastî îstîsmara zayendî bên. Em ji ber vê li kolan û qadan e.”

Bi domdarî Sebahat Tuncelê îşaret bi girîngiya 8’ê Adarê kir û ev tişt anî ziman: “Ev roj ne tenê rojek e; ev roj navê berxwedanê, roja gotina na ji zilmê, zalim, koletî, kedxwariyê re ye, roja daxwazkirina aştiyê ye. Em jin dê her rojê veguherînin 8’ê Adarê û rojên azad bi xwe re bînin.” 

Di berdewamê de Sebahat Tuncelê silav ji girtiyên di zindanan de re şand û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ku em 8’ê Adara pêş bi hev re li qadan pîroz bikin, em gelek dixebitin. Em di wê baweriyê de ne ku dê hevrêyên me di 8’ê Adara pêş de bi me re li qadan pîroz bikin.” 

Sebahat Tuncelê destnîşan kir ku ew 8’ê Adara îsal bi bombe, şer û hwd. pêşwazî dikin û ev tişt anî ziman: “Şer û pevçûnên li rojhilatê Kurdistanê, li Başûr, Lubnan, Filistîn û Rojhilata Navîn didome. Em ji hevrêyên xwe yên jin ên li wan deran re dibêjin; ‘hûn ne bi tenê ne.” 

Azadiya jinan, gelan û civakê bi hev ve girêdayî ye

Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî di mîtîngê de axivî û got: “Azadiya jinan, civakan û gelan bi hev ve girêdayî ye. Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ êdî li her derê belav dibe. Ev dirûşm li dijî tarîtiyê dengê ronahiyê ye. Dengê azadiyê ye. Di çile de li Tirkiyeyê 20 jin hatin kuştin. Niha em 3emîn şerê cîhanê dijîn. Jinah li dijî vî şerî guliyên xwe hûnandin. Jinên Rojavayî bi destê xwe azadî pêş xistin. Jinan bêyî ku piştgiriyê ji kesî bigirin bi destê xwe têkoşiyan. ‘Jin jiyan azadî’ êdî li hemû qadên cîhanê olan dide. Her bijî ji mere ku em ji Zarifeyan heta Sarayan, heta Beritanan, ji Deniz Çiyayan heta gelek jinên Têkoşer bûn xwedî mîrateyek girîng. Em azadiyê pêş dixin. Roja Jinan li we hemûyan pîroz be.”