Etîk, estetîk û jineolojî

Bi gelemperî, etîk û exlaq bi hev re tên bikaranîn. Lêbelê, etîk wekî zanista ku exlaqê lêkolîn dike tê pênasekirin. Exlaq li ser pratîkê ye, etîk jî lêkolîna teorîk-felsefî ya pratîkê ye.

1 deqe xwendin
Etîk, estetîk û jineolojî

Di her nivîsê de em bi têgihîştineke cuda, jineolojyê pênase dikin. Lêkolînên ku heta niha ji aliyê Akademiya Jineolojiyê ve hatine kirin û di belgeyên hatine amadekirin de, xeta jiyana rast tê nîşandan. Ji ber ku jineolojî bi awayekî azad, li ser bingeha têgihîştin û pênasekirina jiyanê bi rêya perspektîfa watedayîn û aşkerekirinê disekine, êdî têgihîştina li ser zanînê jî diguhere…

Di sedsala me de gelek tişt, bi tevahî jiyan wateya xwe ya sereke hêdî hêdî wenda dike. Wendakirina wateyê jî dibe sedema wendakirina heqîqeta jiyanê. Jiyana civakî ya ku em îro li seranserê cîhanê dijîn, li gor pergala tunekirinê ye. Li vir berjewendiyên civakê, azadiya jinan û jîngeh nayên parastin. Ger berevajiyê vê yekê be, wê demê gelek tişt dê erênî bi cih werin. Ev jî di çarçoveya lêkolînên zanista jinan de, bi rêya êtîk û estetîkê mimkun e.

Bi gelemperî, etîk û exlaq bi hev re tên bikaranîn. Lêbelê, etîk wekî zanista ku exlaqê lêkolîn dike tê pênasekirin. Exlaq li ser pratîkê ye, etîk jî lêkolîna teorîk-felsefî ya pratîkê ye. 

Di navenda etîk û estetîkê de lêgerîna bersiva pirsa ‘em ê çawa bijîn?’ heye. Bi hezaran salan e, gelek fîlozof, pêxember û pêşengan hewl daye bersiva jiyanê bidin. Lê nekarîbûne ku rastiya zayenda jinan bi qasî ku wê rast bînin ziman, bidin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê pirsê pir berfireh digire ber çavan û rave dike ku, ji perspektîfeke felsefî ve, bersiva wê bi rêya etîk û estetîkê ve bê dayîn.

Zanist, felsefe û huner têgihîştineke holîstîk a mirovahiyê gengaz dikin. Girîng e ku têkiliyên di navbera wan de ji nû ve werin sazkirin. Wekî ku tê zanîn armanca zanistê rastî ye, ya felsefeyê lêgerîna rastî û qenciyê ye û huner jî hewl dide ku rastî, qencî û bedewiyê kifş bike. Ev hemû bi hev re rastiyê diparêzin û wateyê didin jiyanê. Ku di navbera wan de hevsengiyek çêbibe, jiyan jî xweşiktir û azad dibe. Li vir em dikarin bêjin azadî jî çavkaniya exlaqê ye…

Etîk û estetîk beşên girîng ên lêkolînên jinan in. Ji ber ku avahiyên civakî yên ku ji hêla serdestiya mêran ve xera bûne, dikarin bi nirxên azadîxwaz werin dermankirin. Çawa ku hebûnek bê giyan û beden tune ye, civakek bê etîk û estetîk jî tune ye. Ji ber vê yekê, divê etîk û estetîk bêyî ku ji çarçoveya wan a civakî werin veqetandin, werin nirxandin. Ev di heman demê de bersiva pirsa ‘Divê em çawa bijîn?’ e, dide me û dê bi modernîteya demokratik ve jî xwe bigihîne wate û naveroka xwe ya resen. Ew sepandina pratîkî ya estetîkê ye, felsefeya bedewiyê ye, ku li ser bingeha prensîba ‘yên ku şer dikin azad dibin, yên ku azad dibin xweşik dibin, û yên ku xweşik dibin tên hezkirin’ hatiye avakirin. Şerkirin ne tenê bi çekan dibe. Îro, kes û bi taybetî jî jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin û di lêgerîna rastiyê de israr dikin, li cîhanê deng vedidin. Jinên kurd ên ku bi vê paradîgmaya sedsalê tevdigerin jî li gor tewna exlaqî û siyasî ya ku di her civakê de heye, mora xwe li her qada jiyanê dixin.  Gava ku ev tewna hanê li gor berjewendiyên civakê bê honandin, em dikarin bipirsin ku ‘rastî û heqîqet, şerm û guneh çi ne?’ 

Ev jî ji naveroka xwe ya resen hatine dûrxistin. Şerm û guneh herî zêde bi laşê jinan, axaftina wê, kenê wê, porê wê ve tê girêdan. Lê rastî ne ev e; ya rast, bikaranîna wê ya ji bo veşartina şerm, guneh û bêrûmetiya mirovan e.

Li vir çand, huner û wêje dikarin di aşkerekirin û çareserkirina tiştên şaş ên ku bi civakê hatine qebûlkirin de roleke sereke bigirin. Nimûneya herî baş a ku şermê pênase dike di Destana Derwêşê Evdî de xwe nîşan dide. Mêrên ku di parastina welatê xwe de nekarîn berpirsyariya xwe bi cih bînin, ji şermê nikaribûn serê xwe rakin. Şerma li vir ne ya jinan e, ya mêran e ku ji bo welatê xwe şer nekirine. Îro, kurd, hem mêr û hem jî jin li Rojava, bi serbilindî pabendbûna xwe ya birûmet ji nirxên xwe re nîşan didin. 

Lêkolînên jinan ên li ser berhemên kevin û afirandina yên nû, dê di vê kêlî û pêşerojê de têgihiştineke xurt bide û ji bo zanista jinan bingehê ava bike. 

Di gelek destan, stran û çîrokên cîhanê de, nirxên civakî bi rêya jineolojiyê tên vekolandin. Di vî warî de destanên evînê jî belgeyên girîng in ku nirxên exlaqî û estetîkî yên civakê nîşan didin. Mînak; di Ferhat û Şîrîn, Arzu û Kamber de, bilindahî, bedewî, qencî, rastî, berxwedan û xweza tên nîşandan. Tevî van hemûyan çand, huner û hestên neteweyî jî mirov dikare di destanên Derwêşê Evdî û Edûlê û Mem û Zîn de bibîne. Di mesneviya Yûsif û Zulêyxayê de jî derew, guneh û rûmet derdikevin pêş. 

Bipêşxistina zanîna zanistî, perspektîfa felsefî û berhemên hunerî yên ku dê van nirxan biafirînin jî di çarçoveya jineolojiyê de tên dîtin. Lêkolînên dîrokî yên di qadên çand û hunerî de hebûna jinan her tim girîngiya xwe parastiye. Di çêkirina tevnan, honandina cil û bergan de, bi taybetî di afirandina nexşan de, nêrîn û hestên jinan bi nîşandana reng û bedewiya xwezayê di rêza yekemîn de ne. Dîsa pêşîn hostayên ku alavên xwarin çêkirinê jî jin bûn. Ew alav bûn binesaziya seramîka îroyîn.

Herwiha, bi gelemperî tê qebûlkirin ku muzîk jî ji dengên xwezayê derketiye û bûye amûra parvekirina hest û ramanan. Dîsa hewceyê lêkolînê ye; dibe ku lorikên ku dayikan ji zarokên xwe re digotin çavkaniya helbest û stranên yekemîn bin.

Hunera peykersaziyê ya ku vedigere 35 hezar sal BZ. navên jinan hema bêje qet nayên behskirin. Di sedsala 15an de navê peykersaza jin a îspanyolî Luisa Roldan tê dîtin. Çima jinên ku di destpêka jiyana civakî û avakirina çand û hunerê de çalak in, di vî warî de nayên dîtin? Ev mijarek din e ku divê were lêkolînkirin.

Qadek berfireh a ku li ser bê sekinandin jî qada wêjeyê ye. Di warên roman, helbest û berhemên nivîsandinê de paşketina jinan xelet e. Ji ber ku cîhana hest û ramana jinan pir berfireh e û dikarin mîrateya herî girîng ji nifşên pêşerojê re bihêlin, pêdivî heye ku ev qad ji aliyê wan ve were dagirtin.

Baweriya me pê heye; zanista jineolojiyê xwedî wê hêzê ye ku bi lêkolînên xwe yên li ser jiyanê teşe bide pêşeroja zanista giştî.