Êrişên Îranê yên li dijî welatên sêyemîn îxtîmala berfirehbûna şer zêde dike
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan diyar kir ku êrişên Îranê yên li dijî welatên sêyemîn îxtîmala berfirehbûna şer zêde dike.

Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, diyar kir ku bêîstîqrariya herêmê, pevçûn û şerên navxweyî yên li herêmê stratejiya Îsraîlê ye û got: “Em jî li dijî vê polîtîkaya Îsraîlê, bi helwesta aştiyê radibin. Niha jî ji bo bidawîbûna şerê heyî em hewldanên xwe didomînin.”
Fîdan, têkildarî hedefgirtina welatên din jî got: “Êrişên li dîjî Qatar, Quweyt, Erebistana Siûdî, Mîrnişînên Yekbûyî yên Ereb û Bahreynê, xetereyê li ser jiyana sivîlan çêdike û îxtîmala berfirehbûna şer zêde dike. Di nava vê hefteyê de hedefgirtina welatê me û Azerbaycanê, xetereya mezin a em pê rûbirû careke din nîşan da. Divê heman tişt careke din neyên dubarekirin.”


