‘Êrîşa li dijî baragehên partiyên siyasî, nîşana tirza mezin a rejîmê ye’

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê destnîşan kir ku êrîşên rejîma Îranê yên li ser partiyên Kurd, nîşana tirza rejîmê nîşan dide û dê têkoşîna tevgera Kurd xurttir bike.

1 deqe xwendin
‘Êrîşa li dijî baragehên partiyên siyasî, nîşana tirza mezin a rejîmê ye’

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê li ser bombebaranên Îranê yên li ser baregehên partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê daxuyanî da. Hevpeymaniya Hêzên Siyasî bi sernavê “Gelê Xebatkar û Têkoşer yê Kurdistanê!” bang kir û got: “Di rojên dawî de, Komara Îslamî ya Îranê bi berdewamî baregehên hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi mûşek û balafirên bêmirov hedef girtiye. Di encama van êrişan de Pêşmergeyê Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) Celal Reşîdî şehîd bû û çend Pêşmergeyên din yên PAKê birîndar bûn. Her wiha çend Pêşmergeyên Hizba Demokrat û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistan a Îranê jî birîndar bûn. Di çend rojên borî de li nav xaka Kurdistanê û li çend bajaran, di bombebaranê de gelek sivîl hatin qetilkirin û birîndar kirin.” 

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî da zanîn ku ew wek Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistan a Îranê sersaxiyê ji malbatên Şehîd Celal Reşîdî û Partiya Azadiya Kurdistanê re dixwazin û got: “Êrîşên rejîmê li ser baregehên partiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê, ku nîşana tirsa mezin a rejîmê ji tevgera mafên Kurdan li Îranê ne, ne tenê têkoşîna me qels nakin, lê di heman demê de îradeya me ya ji bo hilweşandina Komara Îslamî ya Îranê û rizgarkirina Kurdistanê xurtir dikin.” 

Hêzên Siyasi herî dawî careke din bang li gelê Kurd kirin û gotin: “Di demekê de ku rejîm hêzên xwe li mizgeft û dibistanan bi cih kiriye, li navendên îdarî civînên leşkerî û ewlehiyê li dar dixe, divê gelê me di zûtirîn dem de ji baregehên leşkerî, navendên ewlehî û îdarî yên rejîmê dûr bikevin.”