Eren Keskîn: Mafê Hêviyê mecbûrî ye

Parazvana Mafên Mirovan û hiqûqzan Prz. Eren Keskîn anî ziman ku heta niha dewlet ji bo çareseriyê tu gav neavêtine û got: “DMMEyê ji bo naskirina Mafê Hêvîyê Tirkiye mahkum kir. Tirkiye mecbûre Mafê Hêviyê nas bike. Nedayîna Mafê Hêviyê îşkence ye.”

1 deqe xwendin
Eren Keskîn: Mafê Hêviyê mecbûrî ye

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê sibata 2025an de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Li ser vê yekê PKKê di 1ê adara 2025an de agirbest îlan kir. Di 5-7ê gulanê de 12emîn kongreya xwe pêk anî û di 12ê gulanê de encama kongreyê parve kir. Aşkere kir ku xwe fesix kiriye û dawî li şerê çekdarî aniye. Di 11ê tîrmehê de 30 gerîla di pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat de bi merasîmeke dîrokî li pêş çavê hemû cîhanê çek şewitandin. Di 26ê cotmehê de gerîlla hêza xwe ji Tirkiyeyê vekişand. Salek di ser fesixkirina PKKê re derbas bû, lê heta niha Tirkiyeyê ji bo çareseriyê ti gavên hiqûqî, zagonî û siyasî neavêtine. 

Parazvana mafên mirovan Prz. Eren Keskîn têkildarî salek pêvajoya fesixkirina PKKê û çekberdanê nirxandin kir. Eren Keskîn anî ziman ku piştî pêvajoya aştiyê dest pê kir, tevgera kurdî, aşkere kir ku PKK fesix kiriye, çek berdane û wiha got: “Tevgera kurdî bi merasimeke mezin çekên xwe şewitandin. Vê yekê bandoreke mezin kir. Lê heta niha vîna siyasî ku dewletê bi rê ve dibe, gavên li gorî pêvajoyê pewîst neavêtiye. Heta niha tenê tişta ku kiriye, hebûna vê pêvajoyê qebûl kiriye û diyar kiriye ku birêz Ocalan aktorekî sereke ye. Ji xeynî vê gavek jî nehatiye avêtin. Li meclisê komîsyonek hat avakirin. Gelek saziyên sivîl der barê pêvajo û aştiyê de bi komîsyonê re fikrên xwe parve kirin. Me jî wekî saziya mafên mirovan gelek daxwaz û pêşniyarên xwe yên ji bo çareseriyê pêşkêşî komîsyonê kirin. Lê heta niha yek pêşniyara me jî pêk neaniye. Di hin mijaran de ji bo gavan biavêje pêdivî bi guhertina zagonan jî nîne.”  

‘Dema dewlet bixwaze aştî dê pêk bê’

Eren Keskîn da zanîn ku kurd bi salan e ji bo bi zimanê xwe perwerde bibin, têkoşînekê didin û wiha axivî: “Lê ji bo perwerdeya zimanê zikmakî heta niha xebatek nehatiye kirin. Komara Tirkiyeyê qala pêvajoya aştiyê dike. Lê polîtîkaya ewlehiyê bi pêş dikeve. Gav neavêtiye. Dewlet bi temamî dewleteke totalîter e. Em ji bîr nekin dema ku gerîlla di Xabûrê re ket Tirkiyeyê gel ti bertek nîşan neda. Ev nîşan dide ku dema dewlet bixwaze aştî dê pêk bê. Hem saziyên mafên mirovan û hem saziyên civakî em dixwazin pêvajoya aştiyê bi pêş bikeve. Gavek bê avêtin dê heviyên aştiyê mezintir bibin.” 

‘DMMEyê Tirkiye mehkûm kiriye’  

Parazvana mafên mirovan Eren Keskîn bal kişand ser mijara Mafê Hêviyê û got: “Mafê Hêviyê pir pir mijareke girîng e. Kesên ku Komara Tirkiyeyê bi rê ve dibin “Mafê  Hêviyê” wekî lutfekê pêşkêş dikin. Lê mafekî mecbûrî ye. DMME, di dosyaya birêz Ocalan de û di dosyayên din de Tirkiye mehkûm kiriye. Mafê Hêviyê ji bo kesên 25 salan girtî man, mafê hêviya sibê derkevin e. Ku vî mafî nedin, ew tê wateya ku îşkence li girtî dikin. Ji ber vê yekê DMME ji welatên ku peyman îmze kiriye re dibêje ‘Kesên ku 25 salan girtî man, tu mecbûr î mafê hêviyê bidî wan’. Ev mafekî mecbûrî ye. Ne keyfiyet e. Em dibînin ku dewlet vê yekê rast bi civakê re parve nake. Ji bo hemû girtiyên ku 25 salan girtî dimînin, mecbûrî ye.” 

Eren Keskîn da zanîn ku kesên ji ber sûcên edlî hatine girtin, pir hindik li girtîgehê dimînin û têne berdan û wiha berdewam kir: “Lê kesên ji ber sedemên siyasî têne girtin, ji 4 paran 3 paran girtî dimînin û piştre têne berdan. Hinek zêdeyî salên xwe girtî dimînin. Ev newekheviyeke mezin e. Mînak di serdema koronayê de girtiyên edlî hatin berdan, lê girtiyên siyasî nehatin berdan. Ev newekheviyê nîşan dide.”  

Eren Keskîn bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û wiha pêde çû: “Girtiyên nexweş ji bo bên berdan hewce nake ku zagon bêne guhertin. Eger girtî doza wî berdewam dike, dadgeh dikare biryara berdanê bide. Lê ku hikum xwaribe, Saziya Tipa Edlî dikare biryara berhdana wî bide. Lê heta niha ev pêk nehatiye. Li gorî daneyên ÎHDê zêdeyî hezar û 500 girtî ne. Heta niha gelek girtiyên nexweş nehatine berdan. Ev binpêkirina mafên mirovan e. Der barê gelek girtiyan de biryara AYMê û DMMEyê jî heye lê dîsa girtî nayên berdan.” 

Sendîka bêdeng in 

Eren Keskîn sendîka jî rexne kir û wiha bi dawi kir: “Em dibînin ku kesên xwe çepgir didin nasîn, xwe wekî şoreşger didin xuyakirin û lîberal pênase dikin li hemberî vê pêvajoya aştiyê pir bêdeng dimînin. Bi taybetî em ji sendîkayan piştgiriyê nabînin. Eger sendîka û kesên ji xwe re dibêjin em şoreşger in, ku ji bo aştiyê daxwazên xwe bînin ziman wê gav zûtir bên avêtin. Mixabin bandora vê bêdengiyê li ser gavneavêtina dewletê heye.”