Encamnameya Sempozyuma "Elewîtî û Pêşerojê"

Elewiyan  encamnameya deklarasyona Sempozyuma "Elewîtî û Pêşerojê" ya li Londonê aşkere kirin û gotin: "Elewîtî; ji rabirdûyê ber bi pêşerojê ve bawerî, bîr û hebûna me ye.”

1 deqe xwendin
Encamnameya Sempozyuma "Elewîtî û Pêşerojê"

Elewiyan deklarasyona encamê ya Sempozyuma "Elewîtî û Pêşerojê" ku di navbera 15-17ê Gulanê de li Londonê hat lidarxistin, weşandin. Di deklarasyona ku piştî civîna sê rojî ya li Navenda Çanda Elewiyan û Cemxaneya Îngiltereyê hat weşandin de destnîşankirin ku çalakî bi tevlêbûneke xurt, nîqaşên hêzdar û bi vîna hevpar a ku derketiye holê bi dawî bûye.

Elewiyan di encamnameyê de diyarkirin ku di sempozyumê de ku akademisyen, nivîskar, hunermend, siyasetmedar, pêşengên baweriyê, nûnerên saziyan û bi sedan beşdar hatin cem hev; bîr, nasname, bawerî, çand û pêşeroja civaka Elewiyan bi her alî ve hatine nîqaşkirin.

Di civîna ku di çarçoveya çar panel û gelek sernavên semîneran de hat lidarxistin; hat ragihandin ku ligel rûniştinên ciwanan, civînên hafize û çandê, nîşandana belgeselan û performansên muzîka zindî, li ser mijarên wekî ocax, rîtûel, nûnertiya jinê, nasname, koçberî, demokrasî, medya û mûxalefeta civakî jî rûniştin hatine çêkirin.

Di deklarasyonê de hat diyarkirin ku li ser bandorên civakî yên tevgerên otorîter û rastgirên tundrew ku li cîhanê radibin, geşedanên li Rojhilata Navîn, têkoşîna demokrasiyê û pêşeroja tevgera Elewiyan nirxandinên berfireh hatine kirin.

Nêzîkatiya hevpar a ku di dirêjahiya sempozyumê de derketiye holê, bi van gotinan hat îfadekirin: "Elewîtî; bawerî, bîr û hebûna me ya bi rûmet e ku wekî emanet ji rabirdûya xwe hildigirin û dibin pêşeroja xwe."

Di deklarasyonê de hat destnîşankirin ku vê rûniştinê careke din nîşan daye ku civaka Elewiyan xwedî vîna civakî ya bihêz e ku dikare pirsgirêkên xwe bi azadî nîqaş bike, çareseriyê hilberîne û pêşeroja xwe bi aqilê hevpar ava bike. Hat teyîdkirin ku xebatên bi vî rengî ji bo xurtbûna bîra hevpar, mezinbûna piştgiriya civakî, ji nû ve avabûna sazûmanî û tevlêbûna nifşên ciwan a di pêvajoyê de xwedî girîngiyeke dîrokî ne.

Di deklarasyonê de hat diyarkirin ku atmosfera ku ramanên cihêreng di bin heman banî de anîn cem hev, banga hêvî û têkoşînê ye; her wiha hat destnîşankirin ku Navenda Çanda Elewiyan û Cemxaneya Înglandê wê ne tenê wekî malîvan, lê wekî kirdeyekî çalak ê vê pêvajoyê bimîne.

Deklarasyon bi van gotinan bi dawî bû: "bîreke xurt, hişmendiyeke rêxistinbûyî û çanda piştgiriyê, bingeha herî saxlem a pêşerojê ye."