DYAyê ji bo rawestandina şer, 15 xal pêşkêşî Îranê kiriye
Şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê, di roja 26an de didome. Hate îdiakirin ku DYAyê ji bo rawestandina şer, planek bi 15 xalan bi rêya Pakîstanê pêşkêşî Îranê kiriye.

Şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê di roja 26an de ye, di domahiya şevê êrişên her du aliyan domiyan. Îranê duh şev ragihand ku pêlekî nû ya êrişan daye destpêkirin. Li dijî êrişa bi moşek a Îsraîlê, balafirên şer ên Îranê Tel Avîz, Dîmone, Bendergeha Hayfayê û gelek cih kire hedef. Îranê li dijî welatên Kendavê êriş pêk anî. Di encama êrişa hewaî ya li dijî Kuweytê de şewat derket.
Hêzên Parastinê yên Îsraîl (IDF), ragihand ku wan li dijî tesîsên hilberînê û moşekên balîstîk ên li eyaleta Îsfehanê êrişêke berfireh dane destpêkirin. Îsraîlê diyar kir ku ji destpêka şer ve heta niha wan zêdetirî 600 êriş li dijî qada moşekan a Îranê pêk anîne. Medyaya dewletê ya Lubnanê ragihand ku Îsraîlê êriş bir ser Nabatiye û Sidonê, di encamê de herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.
Bertekên li dijî êrîşa li ser pêşmergeyan
Di êrişa Îranê de 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û ev yek bû sedema bertekên mezin. Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM), diyar kir ku ew êrişên li dijî hêzên hevalbend û xwecîhî ji nêz ve dişopînin û li dijî hewldanên bê îstîqrariya Îranê dê pişgiriya wan a ji hêzên pêşmerge berdewam bike.
Rêveberiya Tehranê îdîa kir ku êrişa wan li dijî “operasyonên li dijî terorê” ne û ragihand ku dê operasyonên wan li dijî aliyên ku gefê li ewlehiya sînor dixwadin, bidome.


