Divê polîtîkayên bêcezahiştinê bidawî bibin

Jinan diyar kirin ku li dijî qetilkirina jinan û tundiya mêr divê polîtîkayên bêcezahiştinê bidawî bin û mekanîzmqayên parastinê bi bandor pêk bên.

1 deqe xwendin
Divê polîtîkayên bêcezahiştinê bidawî bibin

Tundî û qetilkirina jinan her diçe zêde dibe û tehdîda dewletê serdestiya mêr a li ser mafê jiyana jinan didome. Rêxistinên jinan, sendîka û aktîvîstan sedemên tundiya mêr û rêyên çareseriyê nirxandin. Jinan diyar kirin ku divê polîtîka bêcezahiştinê bidawî be, mekanîzmayên parastinê bi bandor pêk bên û jin têkoşîna rêxistinkirî xurt bikin. Her wiha banga mezinkirina têkoşînê kirin û peyama "cîhaneke bê şer û tundî pêkane" dan.

‘Divê em mafên xwe bigirin’

Çîçek Taş da zanîn ku ji malê heta dibistan û kargergehan li her qada civakê divê jin li mafên xwe bigerin û wiha vegot: “Qetilkirina li ser jinan her diçe zêde dibe. Bila jin rabin destê xwe  bidin hev û serî netewînin. Bila dakevin qadan. Bila ji bo mafên xwe têbikoşin. Divê em mafên xwe bigirin.”

 ‘Dewlet ji jinan ditirse’

Makbule Yilmaz jî balişand ser qetilkirinên jinan yên demên dawî de zêde bûne û wiha bi lêv kir: “Azadiya civakê girêdayê azadiya jinane. Jin çima tên qetilkirin. Jİn li her derê serkeftî ne. Dewlet ji jinan ditirse. Jin azad nebin civak jî azad nabe. Bila dewlet destê xwe ji ser jinan bikşîne.”

‘Porê hat birîn porê me hemûyan bû’

Makbule Yilmaz qetilkirina jinên li Rojava jî bi bîr xist û peyama piştgiriya ji bo jinan wiha da: “Ez hemû hevalan silav dikim. Em ligel wan in. Porê hat birîn ne tenê porê jinekê bû yê me hemûyan bû. Jin jiyan azadî.”

‘Bêcezahiştin pêşî li qetilkirinan vedike’

Ji Rêxistina Jinan ya Wekehviyê Demet Koca jî wiha anî ziman: “Sedema zêdebûna qetilkirina jinan polîtîka bêcezahiştinê ye. Ev cesaretê dide gumanbaran. Tevî biryarên parastinê jin tên qetilkirin. Ev ji ber qelsiya mekanîzmayane. Dewlet dest ji polîtîkayên xwe bernade. Piştevaniya jinan girînge lê mixabin têr nake. Divê hîn bêtir xwe rêxistin bikin û pêşî li cînayetan bigirin.”