‘Divê komkujiya Helebceyê weke Jenosîdê were pejirandin’

Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk di 38emîn salvegera komkujiya Helebceyê de diyar kir ku Helebce êşa Kurdistanê ya bêderman e û xwest taybet li Tirkiyeyê komkujiya Helebceyê weke Jenosîdê were pejirandin.

1 deqe xwendin
‘Divê komkujiya Helebceyê weke Jenosîdê were pejirandin’

Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk, tekildarî 38emîn salvegera komkujiya Helebce daxuyaniyeke niviskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Komkujiya Helebceyê di dîroka kurdan de êşeke bê derman e û wiha hat gotin: “Li Iraqê rejima Baasê ya nijadperest û kolonyalîst di navbera salên 1986 û 1989an de dest bi êrîşan kir û navê vê jî wekî ‘Operasyona Enfalê’ danîn. Gund hatin şewitandin, bi hezaran kes hatin koçberkirin, nexweşxane û mizgeft hatin bomberankirin, cih û warên sivîl hatin wêrankirin û herî dawî li Helepceyê çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Di encama van êrîşan de bi giştî nêzî 200 hezar kes, li Helepceyê tenê di êrîşeke bi xazên jehrî de zêdetirî 5 hezar kurd hatin qetilkirin. Komkujiya Helepceyê di 1ê adara 2010an de ji aliyê Dadgeha Bilind a Cezayê ya Iraqê ve wekî jenosîd hat pênasekirin. Di heman demê de gelek welatan jî wekî sûcê dij-mirovahiyê pênase kir û ji aliyê parlamentoyên wan ve wekî “Jenosîda Kurd” hat pejirandin. Lê mixabin ku komkujiya Helepceyê hê jî ji aliyê welatên ku bi mîlyonan kurd lê dijin wekî jenosîd nehatiyê naskirin.”

‘Avakirina neteweya demokratîk bersiva jenosîdê ye’

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku taybet li Tirkiyeyê divê komkujiya Helebce bi awayekî fermî weke Jenosîd were pejirandin û ev tişt hat gotin: “Lewra xwişk û biratî dê bi xwedî derketina êş û birînên hevdu qebûlkirinê pêk were. Herwiha pêvajoya aştî û civaka demokratîk jî bi gavên vî rengî dê bi zêdetir watedar be. Lewra di çarçoveya pêvajoyê de tenê ne li ser erdnigariya Tirkiyeyê, divê li hemberî çar parçeyên Kurdistanê helwest û nêrîneke pozîtîf were avakirin. Gelê kurd ji ber ezmûna Komkujiya Helepceyê baştîr dizanê ku avakirina yekîtiya demokratîk û neteweyî bersiva herî mezin a li dijî êrîşên nijadperestî û rejimên faşîst e. Lewra yekîtiya demokratîk tenê pêşî li ‘Brakujiyê’ nagire, di heman demê de li dijî qirkirin û komkujiyan jî li ser polîtîkayên herêmî û navneteweyî xwedî roleke dîyarker e. Ji ber vê, gelê kurd û dostên wan li dijî êrîşên Rojava rabûn ser piyan û nehiştin ku komkujiyeke nû pêk were. Îro di şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê de jî armanca sereke ya yekrêzî û yekhelwestiya hêzên Kurd ên li Îranê jî xwe parastin e. Refleksa parastinê ya herî bi bandor bêguman jibîrnekirin e, ji dîrokê ezmûn wergirtin e. Em ê bi vê hişmendiyê tu car Komkujiya Helepçeyê ji bîr nekin û qet nedin jibîrkirin. Em hemû berpirsiyarên vê jenosîdê bi tundî lanet û şermezar dikin û hemû kesên hatine qetilkirin cardin bi rêzdarî bi bîr tînin.”