‘Divê KE ji bo Tirkiyeyê nexşeya cezayan amade bike’
Rêveberê Navenda Giştî ya OHD Mehmet Oner, destnîşan kir ku eger Tirkiye der barê "Mafê Hêviyê" de gavan neavêje, pêwist e Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê "ji bo Tirkiyeyê nexşerêyekê ji bo cezayan" amade bike.

Tirkiye 12 sal in der barê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya 2014an a li ser "mafê hêviyê" ya der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gavên berbiçav neavêtiye. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku di Îlona 2025an de "mafê hêviyê" xist rojeva xwe, heta dawiya Hezîranê dem da Tirkiyeyê ku der barê biryarên binpêkirinê de sererastkirinan bike. Gelek rêxistinên hiqûqî Komîteyê agahdar kirin ku tê payîn ku di civîna xwe ya 9-11ê Hezîranê de "mafê hêviyê" ji nû ve binirxîne. Van rêxistinan ku heta niha çar caran Komîteyê agahdar kirine, daxwaz kirin ku heke Tirkiye der barê biryarên binpêkirinê de gav neavêje, "nexşerêya cezayan" were amadekirin.
Rêvebirê Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Mehmet Oner, têkildarî "mafê hêviyê" ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
Dewlet pêvajoyê taloq dike
Mehmet Oner behsa serdema piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan kir û diyar kir ku pêvajoyên bi vî rengî berê jî hatine jiyîn, lê ev pêvajo li dora gavên wêrektir hatiye şikilkirin. Mehmet Oner diyar kir ku piştî bangê, Tevgera Azadiya Kurd bi gavên bihêz bersiv da pêvajoyê û got: "Piştî van gavan, gelê Kurd û raya giştî li bendê bûn ku gavên wekhev bên avêtin. Lêbelê, gavên pêwîst ên ku ji hêla dewletê ve hatin avêtin bi berdewamî bi hincetan hatine paşxistin. Guhertineke girîng çênebû ku gelê Kurd têr bike. Di qanûndanîn, rejîmên înfazê, an jî şert û mercên girtîgehê de tu guhertin nehatin kirin. Ji bo kesên ku li Ewropayê li sirgûnê dijîn tu gav nehatin avêtin. Der barê perwerdehiya bi zimanê dayikê yê Kurdî de tu sererastkirinên qanûnî nehatin çêkirin. Nêzîkî sal û nîvek e agirbest heye. Heta vê agirbestê jî nîşan da ku rêya Tirkiyeyê çawa dê vebe û agirbest li Tirkiyeyê çiqas pêvajoyeke mezin e, nemaze di çarçoveya şerê li Rojhilata Navînê de. Ev bi serê xwe nîşanek e ku çiqas girîng e ku ev pêvajo bi serkeftî bi dawî bibe û çareseriyeke aştiyane çêbibe."
‘Binpêkirina mafan zêde dibe’
Mehmet Oner diyar kir ku "mafê hêviyê" ji sala 2014an vir ve ji bo wan, ji bo Tirkiyeyê û ji bo cîhanê mijara nîqaşê ye û got: "Ji sala 2014'an vir ve, DMME bi berdewamî biryarên binpêkirinê der barê girtina berdewam a kesên li Tirkiyeyê de ku di bin heman rejîma înfazê de ne, nemaze yên ku ji ber dozên siyasî cezayên muebbetê ên girankirî li wan hatine birîn, dide. Hejmara van biryarên binpêkirinê bi berdewamî zêde dibin. Gelek serlêdanên ji Wezareta Dadê re der barê vê yekê de ji ber 'prosedûrên saziyî' bêbersiv mane. Ji ber vê yekê, em nizanin çend kes ji vê rewşê bandor dibin. Li gorî hevpeyvînên ku ji hêla rêxistinên civaka sivîl ên wekî ya me ve bi malbat an saziyan re hatine kirin, hejmareke texmînkirî heye, lê Wezareta Dadê hejmareke rast nade me."
‘Divê nexşeya cezayan çêkin’
ner destnîşan kir ku rejîma cezayê ya heyî ji bo kesên ku cezayê hepsa heta hetayê li wan hatiye birîn "mafê hêviyê" peyda dike û li gorî biryarên DMME'yê, kesek nikare heta hetayê di girtîgehê de bimîne. Mehmet Oner diyar kir ku binpêkirinên ku li dijî Tirkiyeyê hatine kirin dikevin kategoriya "binpêkirina mafê jiyanê". Oner destnîşan kir ku ew ji sala 2021'ê vir ve der barê "mafê hêviyê" de serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê didin û got: "Di encama serlêdana me de, divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê vê yekê li ber çavan bigire. Ji bo sererastkirina vê binpêkirinê çend caran dem ji Tirkiyeyê re hatiye dayîn û fikar hatine bilêvkirin. Niha, ji bilî diyarkirina fikaran, heke Tirkiye vê binpêkirinê sererast neke, em daxwaz dikin ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê nexşeyeke cezayan çêbike."
‘ Tivê hemû rejîma înfazê bê guhertin’
Mehmet Oner destnîşan kir ku "mafê hêviyê" divê ji pêvajoyê serbixwe bê sepandin û got ku divê rejîma înfazê tavilê bê guhertin. Oner bi bîr xist ku Tirkiyeyê hîn gaveke wisa neavêtiye û wiha domand: "Sedema herî mezin a vê yekê ew e ku ew bi baldarî û bi tirs nêzî pêvajoyê dibe. Desthilata siyasî bi potansiyela dengan di hişê xwe de nêzî pêvajoyê dibe. Her çend ew ji îfadekirina vê yekê dudil bin jî, heke pêvajo bi ser bikeve, naskirina statuya birêz Abdullah Ocalan rêyeke bivênevê ye. Ji bo ku pêvajo bigihêje serkeftina dawî rêyeke din tune. Çawa ku dewlet li aliyekî vê pêvajoyê ye, kesê ku pêvajoyê li aliyê din bi rê ve dibe diyar e; ew birêz Abdullah Ocalan e û ew niha tenê kesê ku dikare pêvajoyê bigihîne serkeftinê ye. Ji ber vê yekê, ji ber ku ew ji du aliyan ve tê meşandin, divê her du alî jî xwedî şert û mercên wekhev bin. Bi deh hezaran endamên PKK'ê hene; hin li vir di girtîgehê de ne, hin li Ewropayê ne û hin li Başûrê Kurdistanê ne. Ji bo ku pêvajo bidome, ev kadro hewce ne ku bi awayekî çalak beşdarî siyasetê bibin; divê ev derfet ji wan re were dayîn. Ev qanûna çarçove ku demek dirêj e dereng maye, divê di astekê de be ku dê ji van kesan re derfetan bide."


