Dîaspora
Çaxa mirov bi tena serê xwe be, biryardayîn hêsantir e. Ji otobêsa Västeråsê re texnek mabû. Min berê xwe da qehwexaneya li hember salona werzîşê ya li parka nêzîkî Akademiska Sjukhusetê (nexweşxaneya mezin û li jêra Uppsala Slottê (koşka mezin)). Dinya ne mîna berê ye. Li vê kafeteryayê, malbatên bi erebeyên zarokan ve şûna xwendevanên salên 1970-80yî girtine.

Ji bajarê Gavleyê, li deriyê Norrlanda (Serhedan) Swêdê, min da rê û li Uppsalayê ji trênê daketim da ku bi otobêsê biçûma Västeråsê, dûre jî li trêna Eskilstunayê siwar bibûma. Ev bajarên li jor, her yek ji wan li heremeke Swêdê ye. Mîna tevna pîrê ji her aliyan ve, Swêd bi hevdu ve girêdayî ye.
Li her bajarê min rêya xwe pê dixist, jin û xortên dezgeh û dergehên dînî, pelik û belavokên di destên xwe de dirêjî xelkê dikirin. Lewra hilbijartinên meclisa dêran nêzîk bibû. Li hewşa kafeteryaya nik Domkrykayê taştêyek dereng, bi nan û penîr dixwim, qehwe jî di ber re. Hejmara kesên diçin dêrê ji yên li derve û kafeteryayê zêdetir e. Komên turîstan jî kêm zêde bi qasî wan in. Katjimêr 11:00 e. Dema lêdana duvdirêj a naqosan dest pê kir.
Li ber meza nêzî dara çinarê, ji ber kêmbûna germahiya rojê, wek gelek kesên din, min jî destên xwe di milên cakêtên xwe re derbas kirin. Bayê Uppsalayê yê naskirî, bi rûyê min şadibû û pê re jî rojên berê tanîn bîra min. Min qurta dawî li qehweya xwe xist û min berê xwe da zanîngeha Uppsalayê. Bi fakulteyên xwe tev ve, 40 hezar xwendevan li vê zanîngehê dixwînin. Min ji zû ve serdana hewşa zanîngehê û peykerên lê nekiribû ku ji jor ve li jêr, li çemê Fyrisånê, dinihêrim.
Çaxa mirov bi tena serê xwe be, biryardayîn hêsantir e. Ji otobêsa Västeråsê re texnek mabû. Min berê xwe da qehwexaneya li hember salona werzîşê ya li parka nêzîkî Akademiska Sjukhusetê (nexweşxaneya mezin û li jêra Uppsala Slottê (koşka mezin)). Dinya ne mîna berê ye. Li vê kafeteryayê, malbatên bi erebeyên zarokan ve şûna xwendevanên salên 1970-80yî girtine.
Di serdema nebûn, talan, kuştin û xenîmetan de, li gorî Rohat Alakom viking li Kurdistanê gihane heta Serhedê û dûre jî piştî demek dûvdirej kurd hatine Swêdê (Binihêre, Svensk kurdiska kontakter ... APEC 2000). Beriya partî û grûben polîtîk ên kurd, salên 1980yî, konên xwe li Stockholmê vegirtine. Bajarê Uppsalayê navenda kar û xebatên kurdên li Swêdê ye. Bi Komelaya Xwendewanên Kurd û dûre jî AKSA (Komelaya Xwendevanên Kurd li Derveyî Welat), Bahoz, kovarên Aso, Palê û Em Çi Bikin û hwd.
Li Bakur bi êrişên Kenan Evren re, piranî kadroyên siyasî, yan hatin girtin yan jî welat terk kirin. Berê hejmarek ji wan ket Rojava û Sûriyeyê, hinan ji wan xwe li çiyayên Kurdistanê û dûre jî piraniya wan xwe li Swêdê girt. Civat û siyaseta kurdên çi li Kurdistanê û çi jî li Swêdê, di nav trawmayek mezin de bû. Karesata malwêran jenosîda li Helebçeyê û nemaze li herêma Barzanê û warên din ên başûrê Kurdistanê malwêranî bilintir dikir û kurdan careke din hêviya xwe da têkoşîna çekdarî.
Van salên dawî, li ser kurdan, kar û xebatên wan ên li Swêdê, agahdarî hatin dayîn, lêkolîn û programên dîjîtal çêbûne. Wek mînak; Kovara Bîrnebûn, lêkolîner Rohat Alakom, zanyarê zanîngeha Mellardalenê Osman Aytar, civînên li Kitêbxaneya Kurdî û Enstîtuya Kurdî (li Stockholmê) û dezgehên din, pirtûkên vê dema dawî yên kurdan wekî li ser jiyana xwe nivîsîne û hwd. (pirtûka Alî Akdogan, APEC 2020 dokumenterek çê ye).
Di medyaya kurdî û swêdî de, wêneyekî nifşa berî me, ji xwepêşandanên li Uppsala û Stockholmê, bi çend çalakvanên kurd, yên bi şal û şapên botanî û kiras û xeftanên nisêbînî ve, wê demê li Swêdê baş belav bûne.
Zêde serê we neêşînim. Ez ê ji we re qala du serpêhatiyan bikim. Şevek bi navê Şeva Kurdan, li Vedala Nationê hebû. Piraniya wan swêdî nêzîkî 400 - 500 li vê şahiyê beşdar bibûn. Tembûrvanê me gelekî jêhatî bû, li şûna ‘maleya’, ‘hurizî’ lê dida. Bi dengbêjê bi nav û deng ên wê demê bi kurdan re, dengbêjê vê şahiyê jî ket nav dengbêjan. Yek ji me mecbûrî strana ‘Yan Kurdistan ya neman’ got. Kenê beşdaran salon tije kir û her wiha hevkarên grûba govendê ku dûre navê Çiyayê Sor li xwe kir.
Ji salên 1976î û vir ve li Swêd û Uppsalayê, li dijî Franco, ‘Spanien Komite’ saz bibûn. Gelek grûbên kurd ên xwendin û guftûgoyên pirtûkan, di van komîteyan de cih girtin. Vê xebatê, rê ji me re vekir ku em mirov û rêxistinên swêdî nas bikin. Îcar rojekê cardin şeva me li Uppsala Slottê heye. Li gor lîstikvanê grûba govendê yê herêma Amedê, min bi şal û şapê rojhilatê Kurdistanê bi 10 metre şûtikê ve, lê çi bikim ez ne kurd bûm. Van gotinên qor, bala hevalê min ê swêdî Dick Förslund kişand ser xwe. Camêr ji min pirsî ka derdê hevalê min ê rêya serfiraziyê çi ye. Min lê vegerand û got ku li gor vî hevalî ez ne kurd im. Dick destê xwe da milê wî û jê re got ku tu rast dibêjî, Seyîdxan ne kurd e, lê ez kurd im. Ez bawer im dengê hin marîfetên me yên wê demê hatin we!
Me xwe lê dişidan ku mîna di Incîlê de jî nivîsîye; ‘’Bi qenciyê zora xerabiyê bibin!” Îcar ger qencî û xerabî bi nav nebin, xerabî dikare zora qenciyê bibe, wekî serpêhatiyên kurdan ku gelek caran ji me re gotiye.
Sekterîzm û jixwerazîbûna beloq a salên piştî derbeya leşkerî ya salên 1980yî gurtir, pirtir û bi ser navnîşanên mîna xwe yên Swêdê de vebûn. Rêxistinên kurdan, nemaze yên ji bakurê Kurdistanê, piştî xirecirek dûvdirêj, himhimeke bi nêrîna ku apoyî, troçkîst û maoîst di nav de cih negirin, bê dilê xwe li hev kirin û “bi def û zirneyê” federasyona Kurdên li Swêdê damezirandin. Îro roj jî bi nav heye lê “ne kar heye ne jî war”. Li rexên din bi sosyolojiya xwe ya cuda ya wê demê, ERNK û derdora xwe, hîn nikarîbûn bi swêdî li asoya xwe bipirsin.
Vê xweperestî û xweparastina bi wehiya “demokrasiyê” di nav rexne û rexnedayînê de, dîwarek tekûz lê kir ku bi ser guherînên mezin ên di warê polîtîk û civakî de rûdane, hîna jî xwerazîbûnê bar nekiriye ji nav kurdên li Swêdê. Di van rojên ku kurd û piştgirên wan li Kurdistan û Diasporayê li dor Rojava, li dor doza xwe, dest dane yeîtiyê lê li Stockholmê kurd bi kêmanî duserî ne.
Beriya ku kurd dergeh û dezgehên xwe li Alvik û navenda Stockholmê vekin, sohbet û gotegotên bi dengê bilind ên li kafeteryayên wek li Konsert Huset a li Hötorgetê, mîna pêşbirka dîkan, hevdu jî û xelkên dora xwe jî radikirin ser piyan.
Em bûn şahidên gelek “pêlên avên ku di bin pirên” Stockholmê re herikîn. Li “Swêda kurdan”, li Stockholmê te gava xwe biavêta tu li nivîskarekî destê wî li ber ruyê wî xemgîn, helbesvanekî dilsoj, pêşengekî polîtîk ê ne li ser hemdê xwe, rast dihatî. Bi ser de jî dezgehên dewleta Swêdê bi siyasetmedar û hin dezgehên xwe ve, xwelî bi ser serê kurdan de dibarand.
Dîsa jî, bi kar û xebatên çapemenî û dezgehên kurdan ên ragihandinê li Ewrupayê, kurdên li Swêdê bi roleke berbiçav rabûne. Piraniya kovarên kurdan ên bi navên Armanc, Avaşîn, Berbang, Bîrnebûn, Kurdistan Pres, Kulîlk, Nûdem, Roja Nû, Tîrêj, Wate Veger û bi du zimanan Sîrwan, li Swêdê derdiketin. Weşanxaneya APECê, Nûjen û yên din bibûn kelehên wejeya zaokan û kitêbên ferbûna zarokên kurdan li dibistanên Swêdê.
Kurdên li dîasporayê, wek ekola Swêdê, ne bi tenê bûye mijara teza doktorayê ya Salih Agir Qoserî, gelek kesan kiriye mijara nivîsên xwe. Em ji bîr nekin, wekî îro roj li Swêdê bi weşanxane, çapxaneyên xwe, bi kovar, navend û weqfên xwe ve, pêşengên xebatên çand û zimanê kurdî, kurdên ji Anatoliyaya Navîn in. Nifşê yekemîn, di dan û standinên bi neviyên xwe re hin zahmetiyan dikişînin. Bi gotineke din zora nostaljî û encamên wê nebirin.
Tu îro jî li çepûrastên xwe binihêrî, hunermendên wekî karîkaturîstên me Seyda û Mamoste Nûjen, strabêjên bi nav û deng ên kurd Ciwan Haco, Gursel, salên berê Remziye - Rezazî, Şivan – Gulistan, ji dinyayê xeyidî Behzat Battê, Armanc, bi potansiyelek mezin Sîdar Yîgît û Evîn Dalaba, Swêd ji xwe re kiribûn war.
Li zanîngehên Uppsala, Lund, Mellardalen û Stockholmê hejmarek xuyayî akademîsyen, ekonomîst, hiqûqnas, dixtor, mamoste û pîşeyên din wek revîsor, di jiyana sosyal û aboriya Swêdê de çalak in. Car hebûye ku hejmara parlamenterên kurd li parlamentoya Swêdê gihîştiye 5 kesan. Gotinên ku piraniya dê û bavên kurd li Swêdê bi dilgermî û fedekariyek zindî zarokên xwe daf dane nav xwendinê, ne ji ber xwe ve ye. Li gor agadariyên li vir û wir belav dibin, piştî farisan hejmara herî zêde ya xwendevanên li zanîngehên Swêdê kurd in. Ji aqilan ne dûr e!
Balkêş e, li dîasporayê, ji generasyona dûyemin, li nav ‘’baxçên botanîk”, dibişkivin şitlên gul û rihanên mîna Zîlan, Binevş, Dîlber, Evîn, Hêvî, Xelat, Bêrîtan û Dîlan; difûre bêhna wan, bi dîmenên ji perava zeryayê ve dixemilin û dikemilin keç û xortên me.
Îlona 2024an, de bîranîna Mehmed Uzun a Amedê de (Navenda Çandê ya Şarederiya Mezin) sê nefel Arezû, Dîmen û Zerya, artîst, piyesnivîs û nivîskar dabûn ser şopa dîroka xwe. Sê şitlên rihanan, her yek bi reng û dengê xwe Alan Rayanî, Kawa Zulfikaî, Kaly Halkaw bi Alar Kutmanê şaredariyê ve îsal, despêka meha sibata 2026an li Volvo CE Arena ya Eskilstunayê bûn. Li taxên Lagersberg û Skiftinên ên bajêr bi firê ketine. Sê nivîskar, yek jê hem nivîskar hem artîst, ya din nivîskar û derhêner û yê din jî hem nivîskar û hem jî rojnameger e. Her sêyan hewil dida, di warê civakî û polîtîk de ji trawmayên serpêhatiyên xwe û dê û bavên wan li Kurdistan û Swêdê rizgar bibin, zora nostaljiyê bibin û xwe germ bikin li ber roja ku “nazanê biçe ava”, li Rojava.



