Cejna Çarşema Sor
Nivîskarê fransî F.Challaye di pirtûka xwe ya “Dîroka Baweriyan” de behsa van ritûel û mîtosên di baweriya êzdiyatiyê de dike û angaşt dike ku hemanên Paskalyaya xiristiyaniyê ji baweriya êzdiyatiyê bandor bûye.

Çarşema Serê Nîsanê yek ji bawerî û çanda kevnare ya êzdatiyê ye. Di heman demê de, di roja îroyîn de jî bi reseniya xwe rê û resmê xwe didomîne û di baweriya kurdan de cihekî girîng û taybet digire. Hêja ye ku ji gelek hêlan ve were lêkolînkirin. Ez ê tenê li ser cejna çarşema sor çend xalên mîtolojîk û hevpariyên wê yên Paskalyaya xirîstiyanan bînim ziman.
Di baweriya êzdatiyê de, yek ji roj û cejnên herî girîng çarşema serê nîsanê ango Çarşema Sor e . Di vê roja taybet de hin ritûel û pêşandanên tên lidarxistin, lênêrîn, bawerî, çanda ku xwe dispêre dîroka kevnar û bandora wê ya li ser baweriyên din jî nîşanî me dide
Di vê rojê de hêk (sembolîzekirina vejînê) bi rengê sîrûştê tên rengkirin, lewra hêk nîşaneya ji nû ve xwe afirandina-vejîna gerdûnî û di heman demê de destpêka nîzama kozmîk e. Di vê ritûelê de tişta herî balkêş ew e û mirov dikare wek şîroveyekê lê bike ku, dinya ne gilover ne jî pahn-duz hatiye şayesandin; nêzî nêrîna zanistî ya îro ye ango di şeklê ‘geoit’ de hatiye sewirandin.
Ya duyemîn jî, lihevxistina hêkên rengoreng ên di şeklê sirûştê de ne. Ev kozmogoniya (çêbûna gerdûnê) kevnare jî di derbirîne. Ji nava hêkê xweza dipijiqe û avabûn çêdibe. Di heman rojê de, dahirîbûna Melekê Tawis jî çêdibe. Ev jî xala çêbûna Melekan-Xwedayan (teogonî-anjelagonî) di derbirîne. Li gor kozmolojiya êzdiyatiyê, piştî ku Êzdan gerdûnê diafirînê, rêvebirina wê ji Tawisî Melek re dihêle ango dixe bin berpisryariya wî. Heta vir jî tişta ku dixwiye, gelek hêmanên kozmîk di nava vê cejnê de hatine şayesandin û ev heman derbasî baweriya xiristiyaniyê jî bûne
Nivîskarê fransî F.Challaye di pirtûka xwe ya “Dîroka Baweriyan” de behsa van ritûel û mîtosên di baweriya êzdiyatiyê de dike û angaşt dike ku hemanên Paskalyaya xiristiyaniyê ji baweriya êzdiyatiyê bandor bûye.
Paskalya jî bi heman awayî, yek ji rê û resma herî girîng a xiristiyanan e. Her sal di roja yekşema yekem a piştî çardeşeviya li pey 21ê adarê de tê lidarxistin. Dîsa hêk têne rengkirin û vejîna Hz.Îsa ya piştî çarmixkirina wî bi ritûelan tê pêşandan.
Di encamê de heman û ritûelên di nava cejnên êzdiyatiyê de bersivên pirsên kozmîk dihewîne û li ser gelek çandan, baweriyan bandora xwe çêkiriye. Cejna Çarşema Sor yek ji van cejnên herî girîng e ku hîna lêkolîneke hûr û kûr li ser nehatiye kirin. Min xwest bi çend peyvan balê bikşînim aliyên wê yên kevnare, bandorên wê û hêlên wê yên baweriyê.
“Hat çarşema ewilî
Dur bi renga xemilî
Ev gerdûnê pê dikemilî” (Qewlên Ezdiyan)


