Di 'Nobeta Azadiyê' ya Cenevreyê de Şehîdên Gulanê bi bîr anîn

Nobeta “Ji Rêber Apo re azadî“ ku li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê tê lidarxistin, di hefteya 277an de didome.

1 deqe xwendin
Di 'Nobeta Azadiyê' ya Cenevreyê de Şehîdên Gulanê bi bîr anîn

Çalakgeran di çalakiyê de şehîdên şoreşger û welatparêz ên ku di Gulanê de şehîd bûne bi bîr anîn û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Çalakiya rûniştinê ya ku ji 25ê Çileya 2021an û vir ve her Çarşemê li Cenevreya Swîsreyê tê lidarxistin vê hefteyê jî berdewam kir. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Gulanê dest pê kir.

Li ser navê Komîteya Çalakiyê ya Cenevreyê Azîz Aslan axivî û diyar kir ku meha Gulanê ji bo têkoşîna azadî û serxwebûnê xwedî girîngiyeke dîrokî ye û kesayetên şoreşger ên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr anî.

Azîz Aslan bal kişand ser pêwîstiya avêtina gavên şênber ên ji b çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û got: “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne tenê mafekî takekesî ye, di heman demê de ji bo aştî û lihevhatina civakî jî pêdiviyeke bingehîn e.” 

Azîz Aslan da zanîn ku divê pirsgirêka kurd ne bi polîtîkayên ewlehiyê, bi rêya diyalog û siyaseta demokratîk bê çareserkirin û bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî hat kirin ku berpirsiyariya mafên gelê Kurd bigirin ser xwe.

Di çalakiyê de li ser pêşketinên li Rojava, darvekirinên li Îranê û aloziyên herêmî hatin rawestandin.

Hat ragihandin ku bi daxwaza rawestandina darvekirinên li Îranê wê di 23ê Gulanê de li Bernê çalakiyeke navendî were lidarxistin. Gelê her çar beşên Kurdistanê û dostên wan ji bo çalakiya li Waisenhausplatzê hatin vexwendin.